Cîgerim ba?qan jî got: „Nabeeeeeeeee!“

Wek tê zanîn, di çapemenîya hevallerên me de çend kesan bi nivîsên xwe nivîskar û siyasetmedarê Kurd Orhan Mîroglû tehdît kirin û fermana wî îmze kirin. (http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=36236

http://www.navendalekolin.com/author_article_detail.php?article_id=292

 Malpera ku herî pê?în xwedî li Mîroglû derket û helwesta wan kesan rexne kir, li dij derket, Lotikxane bû. Pi?tî mijara Mîroglû di çapemenîya Kurd û Tirk de belav bû û êrî?kar hatin rexnekirin, KCK û HPG bi daxuyanîyên xwe xwedî li azadîya ramanê derketin û gotin “me Mîroglû tehdît nekiriye, ev dîtin û rexneyên taybet yên hinek kes û nivîskaran e” û destê xwe ji mesela Mîroglû ?û?tin.

Welhasilî kelam, niha jî dor hat ser serokê Kurdên sererd û binerd sayin û pir mezin ba?qan Ocalanos (ji qewla Ehmed Huseynî ve).

Cîgerim ba?qan, di hevdîtina vê hefteyê de ji parêzerên xwe re behsa Mîroglû jî kiriye, silavek daye wî û agirê binê bero?ê vemirandiye. Cîgerim eynen wilo gotiye:

“Binerin oxlim, di van demên dawî de navê Mîroglû pir derbas dibe, tê gotin ku hatiye tehdîtkirin. Ev karê lobîyên ?er yên taybet in. KCK kesan tehdît nake. Herî zêde (Turk Întîkam Tugayi – Tîma Tolhildana Tirk) van karan dike. Di dema buhurî de jî bûyerên bi vî awayî qewimîn. Li cem me tehdîtkirina kes û ferdan tuneye. Tevgera me ti?tên wilo nake. Rexne karin li me bên kirin, em ji rexneyan re vekirî ne û rexneyan pêwist jî dibînin” filan û bêvan.

  Ez serê we nekim “heban û nepox” û neê?înim, ji berê de dibêjin “Heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e”.  Em defterên kevn venakin û navê bi sedan Kurdên ku bi tehdît û êrî?an hatine kujtin nabêjin. Ti?tê çû nedin dû. Lê dil dixwaze ku xeletî û ?a?îyên berê dubare nebin û Kurd bi destê Kurdan neyên kujtin (berî demek kurt li Batmanê 3 siyasetmedarên welatparêz  hatin qetilkirin. KCK berê înkar kir û pi?tre kiryarên bûyerê derxistin pê?berî dadgehên xwe) û bi sedan mînakên bi vî awayî. Berê tehdît bike, zemînê çêke, pi?tre înkar bike, xwedî lê dernekeve, pi?tre jî bi destê kê tê kujtin ne xema kesî ye. Yanî, bi kevirekî du-sê çûk tên kujtin.  Kurd dikevin gorê, Tirk jî li çepikan dixin, kêfa wan tê.

Axir, mesela me li ser mijara Orhan Mîroglû bû.

Va cîgerim ba?qan jî got “em kesekî tehdît nakin, ev di defter û pirtûka me de tuneye babam” û garantî da Kurdan.

Îcar pi?tî van lotikan wê çi biqewime, wê çi tofan û babelîsk rabe, wê çi pelûl bi serê kê de birije ez jî nizanim.

Swêd

About The Author