Gelo hûnê keçên xwe bidin xiyarekî wek vî?

Êdî sînor ji ti?tan re nemaye. Ne fedîbûn maye, ne kubarî û rêz û hurmet. Ji betalî û tiralî hinek kes ti?tên nemayî dikin. Ji bo ku balê bik?înin ser xwe û xwe têxin çavê xelkê, ha?a min hizûr her gûyî dixwin.

Pîrsîng, guhar û hinek quzelqurtên din ji bo gellek xort û keçên ku “bê armanc in û di jiyana xwe de binketî ne” bûne mode. Hema kî herî zêde guharan bi guhê xwe veke, kî herî zêde xizêman bi bêvila xwe veke, kî herî zêde pîrsîngan bi serûçav, zik, dev û lêv û qûna xwe veke û xwe bike qirdik, ew dibe gula civatê. Lê gula bê bêhn, gula ku bêhna tirr û fisan jê tê.

Îsal li bajarê Berlînê “20.Kongreya Navnetewî ya Deq û Neq?an” pêk hat. 200 hunermendên deq û neq?an û 300 jî mêvan be?darî vê kongreyê bûn. Di semînerên vê kongreyê de behsa teknîkên nuh ên deq û neq?an hat kirin û dê weledê xwe avêt. Lê di kongreyê de herî zêde Rolf Buchholz ê Alman bala xelkê ki?and ser xwe.

Rolf Buchholz efendî, ser û çavê xwe tam bi 168 pîrsîngan (hesin, xirxal û tenekeyên ku bi la?ê xwe vedikin ha) xemilandibû û bûbû wek qirdikê nava gund. Yanî, meriw wî di qorzîkek re? de bibîne, wê ziravê meriv jê biqete û bê “terp” û ji qidûm bikeve, bimre.

Birastî ez meraq dikim.

Gelo rojek ji rojan yekî wek Rolf Buchholz bi xirxal, pîrsîng û teneke bixwaze bibe zavayê we, hûnê keçên xwe bidin vî dahbeyê xwedê?

Yan keçên we dil têkevin yekî wek vî xwedêhi?tî, hûnê çi xwelîyê li serê xwe kin?

Berlîn

About The Author