Abidîn û Ozlem lotikek xwe? avêtin

Kekê me Abidîn Parilti û xu?ka me Ozlem Galîp xanim, lotikek pîroz avêtin û pirtûkek qerase li ser romana Kurdî nivîsandin. Xwedê miradê wan bike û pênûsa wan xurttir bike rebbî. Hêvîdarin wê vê pirtûka xwe bi zimanê Kurdî jî biwe?înin û xebatên li ser wêje û edebiyata Kurdî zêdetir bikin. Her bijîn..

Abidin Par?lt? û Özlem Galip

Kitêbek li ser romana Kurdî nivîsandin…

Di demek ku minaqe?eya hebûn û nebûna romana Kurdî li dar e, li ser romana Kurdî kitêbeke hecimfireh ya Abidin Par?lt? û Özlem Galipê bi navê “Kürt Roman? Okuma K?lavuzu” ji nav we?anên Selê derket. Ev demek dirêj e Abidin Par?lt? bi navê “Kürdili” di rojnameya Radîkalê de li ser edebiyata Kurdî û bi taybetî jî li ser romana Kurdî dinivîsîne. Wî bi nivîsên xwe îmaja ku edebiyata Kurdî û romana Kurdî tuneye ?ikandiye û kategoriyek mezin ji edebiyathez û edebiyatvanên Kurd û Tirk bi hebûn û xurtiya ziman û edebiyata Kurdî hesandiye. Par?lt? ev kitêba ku wek rêberek û rênî?andeke xwendina romana Kurdî ye, digel Özlem Galipê nivîsandiye. Özlem Galip jî ev demek e li Îngîltereyê li ser romana Kurdî doktorayê dike. Ev kitêba ku ji qelema herdu akademîsyenên Kurd hatiye pê, herçiqas digel lêkolînek akademîk bi metodek populer hatibe nivîsandin jî, dîsa di derbarê dîroka romana Kurdî, awa û babetên romana Kurdî û romana Kurdî ya herçar be?ên welêt de yekane kitêba çavkaniyê ye.

Romana Kurdî kengî û li ku hatiye nivîsandin? Pê?engên romana Kurdî kî ne? Romannivîsên Kurd li ser kîjan mijaran radiwestin? Struktur û avakirina romanê li ba romannivîsên Kurd çawan in? Ew zimên çawa bi kar tînin, karakteran çawa ava dikin? Herdu nivîskarên kitêbê bi berfirehî li ser van sernavan radiwestin; roman û romannivîsên Kurd didin ber analîzê û digel edebiyata Kurdî ya gi?tî, portreyek romana Kurdî derdixin.

Kitêb bi pê?gotina Muhsin Kizilkaya ku heta niha gelek romanên Kurdî wergerandine Tirkî dest pê dike û bi lîsteyek romanên Kurdî ya hemû zaravayan ku heta neha ewqas bi berfirehî tu lîsteyên romanê nehatine we?andin dawî lê tê.

KÜRT ROMANI OKUMA KILAVUZU, Abidin Par?lt?, Özlem Galip, we?anên Sel

About The Author