Li çirra bavê Teyar xist

Doxînsist Zafer Bozbey, qûça Bavê Teyar rakir û di heman demê de sê jin bi hev re îdare kir. Bozbey ê ku 12 salan zewicî û bi jin e, di ser û bin re jî du jinên din wek cêrî daye ber lotikan û kêfa li ser kêfê kiriye.

Pi?tî ku jina wî jê dikeve ?ikê û wî di ser dostika wî  de digre, qûna re? û spî derdikeve holê û mesele e?kere dibe. Niha her sê jinên wî doz lê vekirine û Bozyel efendî hew zane bê wê wan perên ku ji herdu jinên din xwariye, çawa li wan vegerîne.

Hûn dibînin bê mêrên xelkê çi lotikên qerase davêjin ne?

Law ê me bi zor û heft bela em jinekê îdare dikin. Heta em dilê wê jinê xwe? dikin jî bi sedan car pite pit û mîrkutên jinê li nav serê me dikevin. Em newêrin bi awirên çavan jî li jinek din binerin û dilê xwe xwe? bikin. Heger me ji salan carekê qaçaxîyek kir jî, ew lotika me di qirika me de asê dibe û ji tirsa jinikê lotika me li me dibe jehr, dibe kafir kerafî.

De ka bêjin qurban:

Hûn jî wek Zafer Bozyel karin sê jinan bi hev re îdare bikin qurban?

Bi sê telaqan ez bi xwe nikarim babam.

Heçê karibe, bela ji kerema xwe dersa “mêrê sê jinan” bide min jî heyran.  Law bi sê telaqên jinberdanê ez bi xwarina heman tir?ikê virikî bûme lo, wî!  Ka ez jî biceribînim bê îdarekirina sê jinan çawa ye bavo, ma ez rebenê xwedê ne ji Ey?ika Ereb im..

Stenbol

About The Author