Namûsa meclîsê kirin pênc pere

Zimanê ku dadgehên dewleta Tirko dibêjin “zimanekî nenas”, qûn li meclîsa Tirko qetand û du wekîlên BDP (Hasîp Kaplan û Sirri Sakik)  di meclîsê de bi Kurdî, bi wî zimanê nenas peyivîn. Aferîn ji we re û xwedê xêra we qebûl bike yabo qurban.

Dibêjin Hasîp Kaplanê me di meclîsa dewleta Tirko de helbesta Seydayê Cegerxwîn (Ey Heval Robson) xwendiye û Sirri Sakik jî bi Kurdî silav daye meclîsê û guhê parlamenterên Tirk bi Kurdî çingizandiye.

Li ser bextê fitne û fesadên meclîsa Tirkiyê be, dibêjin pi?tî ku ev herdu lotikvanên me bi Kurdî peyivîne, qû? li parlamenterên Tirk qetiyaye û di bin xwe de mîztine, derpî dagirtine. Zimanê Kurdî wer li wan kiriye ku parlamenterên Tirk rêya ber lingên xwe nebînin, pi?ta stuyê xwe buxrînin û ji mêranî bikevin.

Ez bi navê sîxurên Lotikxanê yên li Enqerê vê lotika Hasîp Kaplan û Sirri Sakik pîroz dikim û qûna parlamenterên Tirk bi ?î?ek sor dax didim.

Enqere

About The Author