Aha ji we re insanetî!

Rehmetî Karl Marx digot „Dîn wek afyonê ye“. Yanî, dîn wek afyonê serê mirovan dike ?orbe û ji rê derdixe. Xuyaye rastîyek gotina bapîrê Almanan Karl Marx heye. Di vê dema teknolojî û pê?ketinê de, di qirnê 21ê de jî hîna insanên me ji ber nakokîyên dînî nahêlin zarokên wan bi hev re bizewicin. Bizewicin jî dinyayê li wan dikin zindan û wan dikujin.  

Binerin..

Li Stenbolê taxa Fatîhê, çima ku keçika Suryanî Sonay ji Zekerîya Vural ê misilman hez kiriye û pê re zewicî ye, herdu jin û mêr ji alî brayê Sonay „Gunay O“ ve hatin kujtin û bi miradê xwe ?a nebûn. Aha „afyon“a ku Karl Marx behsa wê dikir ev e xuyaye.

Ê law hey nebî Îsa topa qiyametê di nav lingên te de teqando Gunayo, çi heqê te li xu?ka te û mêrê wê hebû ku te ew kujtin oxlim? Ma ku Sonay Suryanî û Zekerîya jî misilman bû, dinya xerabû ewladim? Pi?tî ku qapax û bero?ê hevdû girt, pi?tî ku çav ji çavan, dil ji dilan hez kir, çi mafê te heye tu wan dil û çavan derêxî babam?

Axir, rehma xwedê li wan be rebbî.

Xwedê bikim gardiyanên zindanên Stenbolê ji gardiyanên Diyarbekirê xerabtir bînin serê Beko Ewanan û hûn sax…

Stenbol

About The Author