Ka hûn jî biceribînin

Li Rûsya, Fînlandîya û Swêdê ava cemidî wek dermanê seksê tê qebûlkirin. Nîvê qe?ema zivistanê, di bin 20-30 derece sermê de xwe ?ilfî tazî davêjin avê û xwedêgiravî lotikên xwe yên seksê hildik?înin asta herî bilind.

Pi?tî min ev nûçe di çapemenîyê de dît û xwend, niyeta min jî xera bû û min ji xwe re go: „Law ma ew ji mîn çêtir in babam, bi sê telaqan ezê jî têkevim ava 40 derece sar“ û min jî xwest ez damarên xwînê vekim da ku rehên mêranîya min xurttir bibin û ez zêdetir karibim lotikên seksê bavêjim.

Lê yabo min kir û hûn nekin, ya star! Ti?tê ku hat serê min nehatiye serê mi?k û pisîkan ellawekîl.

Yabo heta ez ketim ava 40 derece sar, tirr di min de bûn fis.  Bû liklika diranên min, te digot qey ez di zindana Diyarbekirê de me û gardîyanên zindanê min didin ceryanê. Ez bi zor û heft bela 10 deqîqan di nava ava cemidî de mam. Ez bi serê we kim, heta ez li ber agirê sobê germ bûm, min tam barê 40 qantiran êzing ?ewitanf. Peeeekkkkkk, kuro ev çi tofan bû law!

Werhasilî kelam, min kir û hûn nekin qurban. Ne ê?kenca wê ava cemidî be û ne li seksa zêde be. Bela bi demançeyek xerabe be û ne bi kele?kofa Rûsî be heyran.

Tobe ku ez carek din têkevim nav ava cemidî lo. Law çend fî?ekên min mabûn wextî wan jî qelp bikira kuro…

Swêd 

About The Author