Arinç beg lotikek bêîman li BDP xist

Cîhgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç efendî, lotikek wilo avêt ku nayê gotin. Mêro di meclîsê de ji ber axavtina bi Kurdî BDP î rexne kir, lê bi xwe bi Kurdî peyivî û got: “Xwedê ji we razî be”.

Bulent Arinç, got: “Zimanê Kurdî heye û ev ziman dijî. Kesên ku berî 30, 40, 50 salî hebûna zimanê Kurdî înkar dikirin, îro rezîl bûne û ew bi xwe jî ?ermezar bûne”. Lê herweha çima ku piranîya wekîlên li Meclîsê bi Kurdî nizanin, axavtina bi Kurdî ne di cîh de dît û BDP î rexne kir, lotikek qerase li wekîlên BDP xist.

Çima hûn zanin?

Çima ku temamê wekîlên BDP bi Kurdî nizanin û bi Tirkî bi hev re dipeivin.  

Arinç efendî got: “Ê babam, piranîya wekîlên we bi Kurdî nizanin û hûn bi hev re bi Tirkî diaxivin. We qursên zimanê Kurdî vekir kesek be?dar nebû, ji Akin Bîrdal pêve kesek di salona qursê de nema. Meselen Emîne Ayna xanim. Emîne xanim gotinek tenê jî Kurdî nizane. Tew xanimê bi Tirkîyek Stenbolî jî dipeyive yabo. Ez meraq dikim gelo ev xanima germik û nermik li ku hînî vê Tirkîya Stenbolî bûye ka hûn nabêjin” filan û fîstan. 

Ez serê we neê?înim, Bulent beg di meclîsê de lotikek di cîyê xwe de avêt BDPî yan ellawekîl.

Ê heqê wî heye babam, bela 10 wekîlên partîya min bi Kurdî nizanibin, bi hev re bi Tirkî bipeyivin û ezê jî rabim doza zimanê Kurdî li Tirkoleran bikim. Ma ev bû yaw?

Ji qewla Bulent Arinç ve, ma go ev ne henekpêkirin be naxwe çi ye?

Enqere

About The Author