Hêdî bajo mam Derwê?!

Wek hûn zanin, mamê me Derwê?ê Sado ji teref kek Mesûd Barzanî ve xelata M?stefa Barzanî wergirt û kêfa me jî ji vê lotikê re hat. Pîroz û bimbarek be rebbî. Mesûd Barzanî bi dana vê xelatê erka wefadarîya xwe pêk anî û nî?an da ku wî alîkarî û keda Kurdên bakur (bi taybet ked û xebata PDK-KUK ê) ji bîr nekiriye. Lê mixabin mamê me Derwê?ê Sado ev xelata pîroz tenê ji bo berjewendîya çend kesên ku qa?o bi navê PDK-Bakur lotikan davêjin û dijminatîya KUK ê dikin, bi kar anî. 

We go çawa?

Mamê me Derwê?ê Sado (helbet mezin û rûspîyekî me ye, em destên wî radimîsin) hevpeyvînek daye malpera PDK-Bakur (ku di rastîyê de partîyek bi navê PDK-Bakur nemaye, bûye 3-4 parçe, ne rêbaz maye ne destûr û herkes ji bo berjewendîyên xwe navê PDK-Bakur bi kar tîne) û behsa xelata xwe kiriye. 

Mamê Derwê? gotiye:

– Ev xelat, ji bo xwîna ?ehîdên Partiya Demokrata Kurdistana Turkiyê ye ku îro gotinek di navê wê de guherîye û bûye PDK-Bakur.  Xelata bi navê min ji bo ?ehîdên partîyê ye, ji bo wan e.

– Ev xelat ji bo xwîna ?ehîd Av. Faîk Bucak û Saîd Elçî ye.

– Ev xelat ji bo xwîna Remezanê Ha?im e, ku PDKê bixwe jî wî wek ?ehîdê xwe îlan kiriye.

– Ev xelat ji bo ?ehîd Hacî Suphî ?ik e û ji bo hemi ?ehîdên bakurê Kurdistanê ye.

– Ev xelat ji bo xebat û fedakariya bi sedan bi hezaran welatparêzên partiyê ne, yên ku li ser rêbaza Barzaniyê nemir bê westan kar kirine û hê jî kar dikin.

Filan û fîstan

Êêêêêêê mam Derwê??

Ma KUK û ?ehîdên KUK ê ji Ey?ika Ereb in babam? Ma KUK ne ji malzaroka PDK derket, ma KUK çî û ?ehîdên KUK ê ne ?ehîdên PDK ne? Çima tu xalê me Remezanê Ha?im û Hecî Suphî tîne zimên, lê behsa xwarzê û brazîyên xwe yên KUK çî jî naki mamooooooo? Çima tu tê lîztika hinek kesên ku hezbilqeder bûne PDK î û wek ?îrêzê pê ve zeliqîne mamooooooo? Çima tu tê lîztika kesên ku dixwazin nîfaqê têxin navbera zarokên vê partîyê mamooooo?  Çima tu tê lîztika hinek kesên ku ne PDK î ne, lê bi navê PDK kevir li ser kevir nehi?tine mamoooooo? Ka ew PDK a ku tu behsa ?ehîdên wê dikî? Ma heyf û tola ?ehîdên wê li erdê nema, kê heyfa wan hilanî?  PDK- Bakur a ku dev ji xwe û xebata bakur berdaye û tenê ji bo çend qirû?ên zêde bistîne ji PDK ba?ûr re li çepikan dixe, ji bo xwe çi kiriye, çi dike? Ji bo xwe çend kevir danîne ser hev?  Yan siyaseta bi ?exsîyet ev e? PDK Bakur a ku îro bûye wek lîztika zarokên ser sergo û her alîyek dixwaze bi çend „kalemêrên qidûm?ikestî“ kongra xwe çêke, çi plan û projeyên ?ore?ê danîne ber xwe? Kesên ku hîna nikaribin pirsgirêkên navxweyî çareser bikin û ji bo berjewendîyên xwe yên ?exsî PDK-Bakur ji hev tar û mar kirine, wê çi xwelîyê li serê Kurdên bakur bikin? Û bi sedan pirs û pirsgirêkên din…

Werhasilî kelam, helbet em bi xelata Serok Mistefa Barzanî kêfxwe? bûn. Ev xelat nî?ana ?anazî û wefadarîyê ye. Lê madem mamê me Derwê? ked û xebata ?ehîdên KUK ê ji bîr kiriye û naxwaze bîne ser zimanê xwe, em jî wek zarokên resen yên PDK- KUK ê doza „nîvê xelata Mistefa Barzanî“ li mamê Derwê? û kek Mesûd Barzanî dikin.  PDKT çiqas fedakarî di ber PDKI û malbata Barzanî de kiribe, KUK ê jî ewqas kiriye qurban. Kek Mesûd û kadirên PDK ba?ûr vê ba? zanin û bawer nakim karibin înkar jî bikin. Ji ber vê, ji kerema xwe wê madalyayê bikin du qet (du parçe) û parçeyekî ji me re bi?înin. Yan na, bi sê telaqên jinberdanê, bi gora Barzanîyê nemir, emê we bidin dadgeha Lotikxanê û emê doza curmê li we vekin, ihi!

Colemêrg

About The Author