Kongra PDK, gilî û gazinek

Berî bi du rojan dostekî min ji Hewlêrê telefonî min kir. Pi?tî xo? û bê?ê behsa kongra PDK kir û got: „Bi namûs tir?ikçî tev li vir in“.

Halla hallaaaaa, îcar tir?ikçî ha?

Belê kaka, kongra PDK li dar ket û dawet ferikî. Dibêjin di kongreyê de gellek biryarên qerase hatine girtin û gellek kes jî wek mêvan be?darî kongra PDK bûne.

Li ser bextê parsek û bertîlxurên ba?ûr be, dibêjin gellek tir?ikçîyên ku heta berî demekê jî dijminatîya PDK û malbata Barzanî dikirin, wek dost û mêvanên ?erefê hatine dawetkirin û be?darî kongrê bûne.  Wey  xwedê wê dostanîya sexte neke qismet û nesîbê me rebbî.

Balkê? e, kek Mesûd Barzanî digot: „Min tu millet wek Kurdan nedîtiye ku ti?tan zû ji bîr bike“. Yanî, Kurd ewqas zilm û zorê dibînin, raserî ewqas neheqî û dijûnan tên, lê biaqil nabin, dîroka xwe zû ji bîr dikin. Xuyaye ev jî mesela me û PDK ye. Li gora ku PDK jî parçeyek ji milletê Kurd e, xuyaye wê jî nesîbê xwe ji vê „jibîrkirinê“ girtiye û dostên xwe wek „geyayê hew?ê“ û dijminên xwe jî wek „dost“ dibîne.

Ez gellek kesan nas dikim ku jiyana xwe di ber PDK û malbata Barzanî de heba kirin, lê îro birçî û tazî ne, nikarin zikê zarokên xwe têr bikin. Çima? Ji ber ku „geyayê hew?ê“ ne. Ez gellek kesan nas dikim ku ji xwedayê xwe zêdetir ji PDK û Barzanî hez dikirin. Lê îro li mala xwe rûni?tine û Kurdayetî li ber çavê wan re? bûye. Çima? Ji ber ku „geyayê hew?ê“ ne. Ez gellek kesan nas dikim ku bi salan pê?mergetî kirine û îro li kolanên Ewrûpayê bêxwedî û ?erpeze ne, kes li wan xwedî dernakeve. Çima? Ji ber ku „geyayê hew?ê“ ne.  

Ez gellek kesan nas dikim ku heta berî demekê malbata Barzanî û PDK wek „xayîn û neyar“ didîtin, pirtûk li ser wan dinivîsandin û îro di bin per û baskên PDK de dixwin, vedixwin û digerin. Wek ku ti?tek nebûbe perê xwe distînin, di xanî û trimbêlan de seyr û sefayê dikin. Ez gellek kesan nas dikim ku PDK û malbata Barzanî di televizyonan de rezîl û rizwa dikirin, ?erê wan dikirin û xwîna pê?mergan dirêtin. Lê îro wek ku ti?tek nebûbe tir?ika PDK dixwin, defterên zer dikevin bêrîkên wan, hem li nêl dixin û hem li bizmêr. Û ez gellekan jî nas dikim ku ji Serok Mesûd Barzanî re digotin „Serokê taxa jêrîn“, henekê xwe pê dikirin û ew dixistin ?ûna muxtarên gund. Lê wek ku ti?tek nebûbe îro be?darî kongra PDK dibin. Ez gellekan jî nas dikim ku li ser pi?ta PDK siyasetek bê ?exsîyet dime?înin, „?eq?eqçîtî“ û „?ahîkkirin“ ji xwe re kirine adet û pê nanê xwe dixwin.

Îcar ez ji kek Mesûd Barzanî dipirsim:

Serokê min!

1- Gelo salê carekê jî bûya, tu di kongra xwe de bi Kurmancî biaxivîya dinya xira dibû? Nûnerên dewleta Tirk di kongreyê de bûn, Tirkên ku zimanê Kurmancî li Kurmancan heram dikin mêvanên kongra partîya te bûn. Gelo te ji bo xatirê 20 milyon Kurdên bakur di kongrê de bi Kurmancî silavek bida haziran ba? ne dibû? Bi axavtina Kurmancî, hem tê xwedî li Kurmancan derketa û hem jî teyê li hember nûnerên dewleta Tirk siyaseta dewleta Tirk ?ermezar bikira. Gelo ma Kurmanc ne layiqî vê lotika piçûk bûn?

2- Qey „jibîrkirin“ qedera milletê Kurd e? Qedera milletê Kurd be, çima PDK dibe ?irîkê wê qederê, çima PDK û cenabê te rê li ber wê qederê nagirin? Helbet bex?andin, efû kirin ba? û pîrozî ye, mezinatî ye. Lê gelo ew kes, dem û dezgeh jî wek we difikirin? Li ?ûna ku hûn qedir?înasî û bayebilindîyek ne layiq bidin wan kes, dem û dezgehên ku dijminatîya we dikirin û îro jî di hundurê xwe de dikin, hûn li dost û hogirên xwe, li kezeb?ewitîyên xwe xwedî derkevin ne bixêrtir e? Yan gotina „geyayê hew?ê tehl e“ bûye felsefa PDK jî?

Werhasilî kelam, bi vê minasebetê ez kongra 13. a PDK, serokatîya kek Mesûd û cîhgirîya kek Nêçîrvan Barzanî pîroz dikim.

About The Author