Lîmonên wî ji „gunikên Sofî Xelef“ mezintir in

Xalê me Nasir Hassan ji xelkê kêm nema û wî jî rabû lîmonên ku „ji gunikên Sofî Xelef mezintir in“ çandin.

Cotkar Nasir Hassan ê Pakistanî, li gundê xwe Pîr Cûmayê lîmonên di giranîya 5.5 kîlo de çandin û lotikek kesanedî avêt. Nasir Hassan 35 sal in cotkar û bexçevan e û pi?tî xebatek 10 salan giha miradê xwe, lîmonên 5.5 kîlo giran bi dest xistin û qû? li lîmonan qetand.

Li gora ku Nasir Hassan ji sîxurên Lotikxanê re ragihandiye, dibêjin her lîmonek wî ?e? mehan têra xwarin û seletan dike û ewê ji bo xatirê gunikên Sofî Xelef, wan lîmonan bi nîvê heq bifro?e xwendevanên Lotikxanê.

Îcar qurban, kesên ku bixwazin bi nîvê heq lîmonên 5.5 kîlo bikirin, bela nesekinin û serî li xalê xwe Nasir Hassan xin.

Hûn bi qîma xwe de qurban…

Pakistan

About The Author