Gundî Kemal dîsa pê de rît

Bela Kurd xwe nexapînin û tu hêvîyan ji sosyal demokrat û kominîstên Tirko nekin. Bi ellawekîl, ez bi serê ?êx Seîdê kal kim, kûçik go?tê kûçik naxwe û Tirk ji Kurdan re nebûn dost û yar. Lê bi ser vîqasî jî, ez meraq dikim çima hîna jî hinek Kurdên me dikevin nav partîya CHP û xwelîyê li serê xwe dikin. Law ma rovî û sûk? Ma CHP û çareserkirina pirsa Kurd?  

Axir, kongra CHP li Enqerê civiya û eynî tas eynî himam, dîsa çîrok û çîvanokên berê.

Serokê Partîya Cimhûrîyeta Ergenekonê Kemal kiliçdaroglû, dîsa bi xwe de rît û çîrokên axirzemanan ji xelkê re got. Kiliçdaroglû  peymana “Lozanê” wek seneda çareserkirinê qebûl kir û kerê min bera ser nizanim çiyî xwe da, bi gotinekê jî behsa Kurdan nekir.

Îcar birastî ev Kurdên ku didin dû vî hacûcê 1.5 metroyî,  ji xwe re nabêjin çi?

Law ma gundî Kemal û partîya wî çi sozên çareserkirina pirsa Kurd dane we ku hûn didin dû qûna wî oxlim?

Amed

About The Author