Kongreya PDK û rexneyek

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 19

Kongera Partiya Demokrata Kurdistan ya 13 pîroz be û em berdewamîya xebatê jê re divên.

 Wax wax…. Çi çêbûye? Çi qewimîye? Yan hê wê çi biqewime?

Heger em bi Rojînê û strana Rojînê dest pê bikin, ji xwe her ti?t wê biqewimê. Ev kongre mîna dawetekê bû û serok Mesûd Barzanî jî 7 rojan li nav dawetê gohdarîya musik û stranan dikir. Her hunermendeki weku wan mitribên berê stran li ser kek Mesûd digotin. De dolarên xwe heq bikin kaka, ma bi telaq hûn ne ji bo xatirê çavê serok Barzanî dibêjin ”?aba? û ha ?aba?!”

Hunermendê herî bala min ki?an ew bû çawa partî ( Xêro Ebas) xwestibûn kongreya xwe. Berî heftîyekê li Suriyê li bajarê ( Helepê ) hunermendê Apociyan Xêro Ebas pesnê dewleta Sûrî, ala Sûrî û bi taybet wesifdanek mezin ji bo dîktatorê Sûrî ( Beshar Assad ) da. Fermo gohdarîya dengê Xêro Ebas bikin :

http://www.youtube.com/watch?v=TKt9k057nyA

http://www.youtube.com/watch?v=UgCw3fQ1XaY&feature=player_embedded#!

Nivîskar, xwendevan û Kurdên rojavayê Kurdistanê eve heftîyeke li dijî Xêro dinivîsin û nerazîbûna xwe diyar dikin. Çi di malperan de, çi li Fasbookê û çi li nav malên xwe.  Ba?e,  ma ne cihê seknê ye gelo çima Partiya Demoqrata Kurdistan rêzê ji bo 4 melyon Kurdên Sûrî nagire?

Partîya ku qehremanî dane, çima yekî wek Xêro Ebas pê?wazî kongreya xwe dike? Xêro Ebas ê ku dibêje „serokê min Beshar“, di kongreya PDK de de dibêje „min ji tu kesî re negotiye serokê min, bes ezê îro ji Mesûd Barzanî re bêjim tu serokê min î“ û dide lotikan. Ev çi tir?ik û ?orbe ye? Ma partî nizane ku hejmarek ji hunermendên Apocîyan çi zimandirêjî li ser partîyê ûMesûd dikirin û dikin?

Hunermendên welatparêz û dilsozên rêbaza Barzanî pir li bakur û rojhelat û bi taybet li rojavayê Kurdistanê pir hene. Pirs ew e çima partî, ragihandina parti û bi taybet serokê partî Mesûd Barzanî qîmet nadin hunermendên rojavayê Kurdistanê û qîmet nadin tevgera wê?  Ne yek hunermend, ne yek helbestvan û ne jî yek partîya siyasî ji rojavayê Kurdistanê pê?wazî nekirin kongreya xwe. Çawa helbestvanekî wek Emerê Lalê ku temenê xwe tev bi qurbana partî kir û di bin gohê wan de li Duhokê ye, dawetî kongreyê nekirin? Hunermend Temo û hunermend Mihemed Teyib Tahir,  Saîd Gabarî ku 30 sal di ?ore?a Barzanî de xizmet kirine û li wir in, çima dawetî kongreyê nekirin? Qey keda Xêro Ebas û Rojînê ji hunermend Mehmûd Ezîz ?akir bêhtir e? Hunermendekî me ji rojavayê Kurdistanê heye hem helbestvan û hem siyasî (?evger) ye, wek em agahdar in nêzîkî 40 sal in li ser rêbaza Barzanî stranan dibêje. Ma ne xeletîye ku parti van hunermendên ku can û malê xwe di ber rêbaza Barzanî de dan ji bîr bike? Kesên wek Ciwan Haco,  Feqîyê Teyran, Brîndar û bi dehan hunermendên din. Di sala 2004 de me 50 ?ehîd qurban kirin ji bona ku Ereban xeberên pîs kirin Mesûd Barzanî. Hewqas mîdalîyên Barzanî hatin belavkirin, ma 10 mîdalî ne dibûn layîqî malbata 10 ?ehîdên serhildana Qami?lo yên ku qebûlnekirin xeber bên Mesûd û canê xwe fîda kirin? Akîd heger Barzanîyê nemir serê xwe ji gora xwe rake, wê bêje: Mesûd, tu ?a?îtîyan dikî!

Rojhelatî Kurdistan di 1992an de bi biryar ?er û tivinga xwe ji bo xizmeta ba?ûrê Kurdistanê rawestand da derfet nedin rêjîma Îranê ku her roj êrî? bibin ser ba?ûr. Her wek ku Tirkî dibe ser Qendîl û ba?ûr bi tevayî.  Gelo çima pê?wazîya tîpa Kamkaran nekirin? Belkî wek Rojînê nebin ku xwe serûbin bihejînin, dem bûye dema hejandinê û dolaran, pîvan nemane û dem bûye dema Helawçî û tir?ikçîyan. Hûn dêna xwe bidin kenalên asmanî yên ba?ûr ku çi hunermendek here TV yên Apocîyan, li ba wan jî qîmet didinê û xebata wî ya hunerî ba? dime?e.

Mamostayên ku ev rê vekirine jî (Xelîl ?ingalî u Osmanê êzîdî) ne ku ev herdu jî Apocî bûn. Wek ku dokumentek heye û rast e jî ( hûn dikarin ji berpirsên navça PDK ya li Holanda bipirsin)  ku di NEWROZA 1990î de Xelîl ?ingalî û ?ivan Perwer  gotin „heya ku hûn sûretê Barzaniyê nemir ji salonê dernexin, em derbas nabin“.  Ango em di bin vî sûretî de stranan  nabêjin.  Mixabin ev qederê 7 sala ye ku Xelîl ?ingalî 10 hunermendên Apoçîyan dibe KTV û li bajarên ba?ûr ahengan ji bo wan digêre. Heya wilo lêhat ku qîmet ji hunermendên ba?ûr re nema.

Mebesta min ew hinek dibêjin partî bi anîna hunermendên PKK wê Kurdên bakur ber bi xwe ve bik?îne.  Ev nerînek xeyalî ye û ?a? e. Ez dibînim ku PKK bi  hunermendên  xwe derbasî mêjîyê xelkên ba?ûr dibe  Yê wek Birader û Kazo strana îmralî û Apo di dilê Duhokê de dibêjin.  Berî salekê li Amedê hevalê Îbrahîm Gu?lu (TEVKURD)  sûretekî Barzanîyê nemir û ala Kurdistanê bilind kirin. Mixabin Apoçîyan qebûl nekir û bi ser de ew al qetandin. Piranîya siyasetmedarên partiyên bakurê Kurdistanê ji Europa vegerîyan bakur û çend caran kom bûn û heya giha TEVKURDê û gelek caran alikarî ji Mesûd Barzanî  xwestin. Lê mixabin alikarîya wan nehat kirin û nehat kirin. Lê Mesûd Barzanî alîkariyek mezin ji bo PKK dike û her carek derdikeve Europa tim pirsa PKK dide pê? wek ku ew partiyên din nînin û heya ku goh nadin PDK -Bakur jî. Wisa tê digehim ku Turkî,  Îran, Sûrî û Mesûd bi hev re dixwazin ku PKK xurt bibe da ku bi hebûna PKK li Sûrî, Îran û Turkî partiyên din yên Kurd lawaz û sist bibin û mafê Kurd bê qormiçandin û pûçkirin.

Bi texmîna min, pi?tî 2003 rêberîya niha ya partî ji rêbaza resen ya Barzanîyê nemir derdikeve. Parti niha xwe bi dewletên dormedora xwe re xudan desthilat û têkilî dibîne. Bi dewletên cihan re jî, bi taybet siyaseta rêberîya parti bi dewleta Turki re hi?kere û ve?artî û di gel PKK e jî hi?kere û diyar e. Xuyaye zextek Turki li ser Serok Mesûd heye ku rolek xwe bileyize da ku derî ji PKK û hunermendên wê re veke. Hûn dibînin ku zimanê Turkî li ba?ûr xurt dibe. Di rêya bazirganan û di rêya hunera Turkî de Kurd tên asîmîlekirin. Bi ser wilo de hunermendên Apocîyan hunerek seqet derbasî ba?ûr dikin. Di vê hêlê de Turk bi ser dikevin û hunera Kurdi ya resen li ba?ûr kêm û lawaz dibe. Turkî ji bo Kurdên ba?ûr dibe bazara tomarkirina cd û filman.

Kongera PDK bi rengê çepikan û dawetê derbas bû. Hunermendan xwe kirin mitribên ?aba?an û hemiyan sitran li ser Mesûd û Nêçîrvan gotin. Min layiqî Serok Barzanî ne didît ku wek serokekî her ?ev 5 seetan li ser kursî bimîne, bi ewqas çepik û ken û ya herî  ne ba? ku wi pata ji Xêro Ebas re lêda. Xêro yê ku berî heftiyekê li Sûrî pesn û wesfê Be?ar Assad da.

Bi texmîna min ev kongreya PDK ya bi vi rengî dilê pir welatparêz û hezkerên Barzaniyê nemir ê?and û hi?t, qimetê xwe pir kêm kir. Em omîdar in ev partiya ku bi rêbaza ?ehidan mezin buyê, li xwe vegere û haj xeletîyan hebe, di têkiliyên Turki û bazirganîyê de dostên xwe neê?îne, dost û dijminên xwe ji hev derêxe.

Kurdistan

dilokurd-72@hotmail.com

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

19 Comments Already

  1. Law oxlim aniha ev nîvisa ewqas “siyasî” li ser tenura Lotikxanê chi digere, weyyy. Qey tu dê bêjî wek din tu der nemaye, camêr hatiye feqîrxaneya me u ha ha îmana me dike teneke birê min.
    Yaw bi soza mêrê chê, ez jî bi rexneyên te ra me, lê cîgerim ciyê vê nivîsa qerase u charhêlikî ne Lotikxane ye dînime îmanime.
    Ma em kurd mejbur in ku hertim ji her tishtî bazara qerechiyan u filan u fistan chêbikin qerdashim.

  2. Welle babam ez jî tevî Jujî Charhêlik dibim ellawekîl.
    Bi xwedê siyaseta di Lotikxanê da ewqas telef u tisî nabe lo.
    Cîgerno, ma Lotikxane ji zimanê siyaseta kunde yê hishk u bê tam herro tirrê bernade hi? Berdideee.
    De îcar hun nabêjin dê kî tirrê ji vê nivîsa mêrxasî berde heyranino.

  3. Weyloooooooooooooooooooooooooooooooooooooooooooooooooo!
    Law oxlim Xêro ev chi tirr u fisên erebî ne, wey min li îmana te kunekê heram kirooo.
    Qey min jî heta vê gavê digot, kunekê me yê heram kurdekî saxlem e, wey hezar xwelî u pelul bi serê min da rijiyayo. Kuro êdî ez îfalah nabim bi vî derdî ellawekîl. Aniha mishka herî bedew u agirpêketî jî were, min bi têra xwe nerm u germ bike jî, êdî ez chem u chem chum heyranino. Law bi serê memikên xaltîka Fatê be, aha ez mirim hun nemirin cîgerlerim,

  4. Be-Xêro û Bê-Namus Xêro Ebbas

  5. Weylaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaa li min por kûrroooooooooooooooooooooooooooooooo

    Ji niha û pêve ez ê nexsha Kurdistan li ser cileke xwe ( li ser pishta xwe ) cêkim û her Kurdê ku ez rastî werim ezê li ser pishta min binere û sûnd bixwe pishtre emê silavê li hev bikin. Ka law we digot Kurd mêr in? diyare hun nêrin yanî nêreker in!

    EZ VÎ KÎRÎ BIKIM NÎVÊ ZÎLIKA DAYIKA ATATIRK, YA ESED,YA SEBAV SEDDAM,YA HUMEYNÎ Û YA TEVAYÊYÊN DIJMINÊ KURDISTAN.

  6. be rasti dema ku em niviseka wesa di xwinin em pir xemgin dibin u te de pir xwiya dike ku rexnekirina we ne raste u aligriya hin aliyan dike u li aliye di ji sitemkariye dike u hunermende me texe besh bi besh u ez dikarim bejim yek cari pdk bakur meshek an calakiyek ji bu kurda li bakure kurdistane nekiriya u dema li qamishlo li ji bo mam celal u birez berzani kurd 2004 dihatin kustin me nedit di kanale xwede bihsa wan tishte kirin li min dit ku li ser kitikek e wendabuye li amerika di axivin le mesaleyek me kurda hey di beje HERKES DI AYBE XWEDE KORE em bejin nebejin kemye me kurda tev hene kesk be kemayi nine le gereke em ji hevdure bibn bisht u hevdu bi parezin

  7. Sedi sed li gel keke xwe dilokurdim.Le kemasi ne ya kak mesud Barzaniye.Kemasi ya wan kesen ku amadekaren kongreye bun.Mesud Barzani insaneki dilnerm u mutewazi ye ki silave leke ew bersive dide.Pat kirina cenabe Mesud ji bi wi rengi bu ku bersiva wan gotine bexeree Xero da.a kareki kak Mesud tune we Xero bi sopine ka beriya saleke an hefteyeke ci ji kere gotiye?Ew kesen ku organize dikin sucdarin ku kesen weka Xero Ebbas tinin huzura kak Mesud u wan dixin yek reze.
    Raste Birader u Kazo li ser birez Ocalan stran gotin li ser Barzani ji dibejin.Ji xwe ne Kazo u ne birez Birader ne li kongreye bun.Yani ew ji weka seid gabari u brindar u yendin hatine ji birkirin.Le sevger ne kemi Xero ebbase.Heroj li ber apociyan digeriya ku wi bivin bernameyan Sevger u kesen weka Sevger ji ber Apoci ru nadin wan xwe weka Barzani nisan didin Apoci ban wan kin we teqla bavejin u herin….Di netice de Apo ji Talabani ji u Barzani ji u hemi rberen Kurdan ciye rumetene.Le heger kesen mina Xero Ebas rabe xwe pis bikin ew mishkila wan e.Milet guhdar gereke dersa wan bide wan…Kurdolog

  8. Piranîya Kurdên Bakûr, (bil/xeynî PDK-1965)yên “polîtîk” herdem dijminê karê Kurdewarîyê bûne. $ivan Perwer jî ji wan kesene ku berî 1980 herdem dijî PDK taybet jî dijî nemir Barzanî bûye. (Ka binêrin îro di rew$ek çawa da ye.!). Ji berku cepvanê me, hokerîyên dewletên sosylîst bûn, ji wan ra xulamtî dikirin. Ne tenê hindik kes, mirov dikare bibêje ku rêxistinên “polîtik” hemî wusa bûn. Ma nayê bîra we.. Hîna heta roja îro jî, ew rêxistin an jî, kesên “polîtik” rêberê cepvanê tirkan, yên kemalîst bi bîrtînin û diçin li ser gora wan, pesna wan didin..hwd.

  9. halala R.Sitav
    ma xero ebbas e be terpi u kiras ji bakure an ji rojavaye?kordolog

  10. Birêz Kurdolog, Xêro Abbas ji rojvayê Kurdistanê ye. Lê dema ku mirov çavkanîya cepvanan da av vexwar, ew mirov gelik babetan da, li hev terin/di$ibên hev. Ji bervina jî X. Abbas jî pirr mijaran da weki cepvanê Bakûrîyan difikir e.!

    Mala te ava hêja Kurdolog.

  11. PDK Xêro abbas kirî.

  12. Sedi sed li gel keke xwe dilokurdim.Le kemasi ne ya kak mesud Barzaniye.Kemasi ya wan kesen ku amadekaren kongreye bun.Mesud Barzani insaneki dilnerm u mutewazi ye ki silave leke ew bersive dide.Pat kirina cenabe Mesud ji bi wi rengi bu ku bersiva wan gotine bexeree Xero da.a kareki kak Mesud tune we Xero bi sopine ka beriya saleke an hefteyeke ci ji kere gotiye?Ew kesen ku organize dikin sucdarin ku kesen weka Xero Ebbas tinin huzura kak Mesud u wan dixin yek reze. Raste Birader u Kazo li ser birez Ocalan stran gotin li ser Barzani ji dibejin.Ji xwe ne Kazo u ne birez Birader ne li kongreye bun.Yani ew ji weka seid gabari u brindar u yendin hatine ji birkirin.Le sevger ne kemi Xero ebbase.Heroj li ber apociyan digeriya ku wi bivin bernameyan Sevger u kesen weka Sevger ji ber Apoci ru nadin wan xwe weka Barzani nisan didin Apoci ban wan kin we teqla bavejin u herin….Di netice de Apo ji Talabani ji u Barzani ji u hemi rberen Kurdan ciye rumetene.Le heger kesen mina Xero Ebas rabe xwe pis bikin ew mishkila wan e.Milet guhdar gereke dersa wan bide wan…Kurdolog

  13. mixabin ku min bersiv da,,,
    kurdolog, ba§ zanibe ku §evger teqla ber apociyan na avêje u naçe calaki u tv wana, bawer bike ku apoci kurdistanê ava bikin ez teqla navêjim wê kurdistana bi destên wana ava bibe,

  14. Videoklipen te li arsiven Med/medya u roj tv de zingari dibin kak sewger e delal.Bi dehan caran tu li wan geriya ye ku videoklipen te binin ser ekranan u ban cenabe tekin bo bernameyan…Bibore jibo van rastiyan dibejim birez.Kurdolog

  15. Oyyyyy dayê, oyyyyy felkê, te chima li me weha kir dîsan. è law oxlim Xêro, ê law bê kezebo, cheqilmastê erebên kunek, bêziravok, ez hêvî dikim ku em li rastî hev neyên, qeshmerooo.
    Yaw pishtî kemalîstên me yên kunde u bê kezeb, niha jî ev tirshik derket. Wey bila agirê sor li ser serê me kêm nebe, ya rebbîîî. Welle sayin hevallerên chepchî, murîdên bashqanê sererd u binerd tirr di van dewshirmeyan da kirine fis u berdane cholê yabo.

  16. law kurdoglo xwezi ev lotka te da xwe ,te fisek berda ba ji ter ceter bu ,, mal ne keto
    apociya bi hezaren cara lotik u zitik u maci deste shevger kerene ji bo tene deve xwe bigre u tir u fise wan eshkere neke ser paltalke ,, le shevger ser hishke u insanki li ser yek rebazeye(ya Berzani ) u ji ya xwe danakeve ,,, u bi tena xwe u yek carna bi admine kocka xwe li hember apociyan sekinin ,,, tevi go carna ledan ji xwar ji deste wan .. u trembela wi shkenandin …. ica te tirek bikra we bash ba ,,,heviya me ji te yek carna li bexte xwe vegerin ger bext hebe ,, le go tina be ,,,xelefa me li xwede ,,,

  17. Are kak sewger asitiye.asiti serhiskin le jibirneke xero ji asiti ye cu quna beshar alast.yahni em ji hevdure serhiskin ji xelkere zu nermdiben canooo can

  18. Birano!
    Min ne xwast ez derdê dilê xwe vekim, belam pi?tî ku min wan vir-viz û pite-pita we xwendin, min xwe ne girt. Ji xwe ez ji Mesûd Barzanî û ji tevayî kurdên Ba?ûr xeyîdime!!!
    Ma ez ji kê kêmtir im, çima ez gazî kongreyê ne kirim? Her çîiqas ez nikarin staran bêjim, lê ez dikarim lotikan bavêjim.
    Çima ez ne bûm cîgirê Mesûd? Haaaa!!! Çiman madalyayekî jî ez nikarim werbigrim? Ev xeyd, heta hetayê ji bîra min naçe! De bila xebera we jî hebe…
    Ez naha li bendê me û qet dengê xwe nakim… Eger PKK û YNK jî min gazî kongreyên xwe nekin, ez zanim ezê çi bikim…

  19. ko
    kürd gereki peside yekitiya xe pek binen henge eme be serkeven

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: