Kongreya PDK û rexneyek

Kongera Partiya Demokrata Kurdistan ya 13 pîroz be û em berdewamîya xebatê jê re divên.

 Wax wax…. Çi çêbûye? Çi qewimîye? Yan hê wê çi biqewime?

Heger em bi Rojînê û strana Rojînê dest pê bikin, ji xwe her ti?t wê biqewimê. Ev kongre mîna dawetekê bû û serok Mesûd Barzanî jî 7 rojan li nav dawetê gohdarîya musik û stranan dikir. Her hunermendeki weku wan mitribên berê stran li ser kek Mesûd digotin. De dolarên xwe heq bikin kaka, ma bi telaq hûn ne ji bo xatirê çavê serok Barzanî dibêjin ”?aba? û ha ?aba?!”

Hunermendê herî bala min ki?an ew bû çawa partî ( Xêro Ebas) xwestibûn kongreya xwe. Berî heftîyekê li Suriyê li bajarê ( Helepê ) hunermendê Apociyan Xêro Ebas pesnê dewleta Sûrî, ala Sûrî û bi taybet wesifdanek mezin ji bo dîktatorê Sûrî ( Beshar Assad ) da. Fermo gohdarîya dengê Xêro Ebas bikin :

http://www.youtube.com/watch?v=TKt9k057nyA

http://www.youtube.com/watch?v=UgCw3fQ1XaY&feature=player_embedded#!

Nivîskar, xwendevan û Kurdên rojavayê Kurdistanê eve heftîyeke li dijî Xêro dinivîsin û nerazîbûna xwe diyar dikin. Çi di malperan de, çi li Fasbookê û çi li nav malên xwe.  Ba?e,  ma ne cihê seknê ye gelo çima Partiya Demoqrata Kurdistan rêzê ji bo 4 melyon Kurdên Sûrî nagire?

Partîya ku qehremanî dane, çima yekî wek Xêro Ebas pê?wazî kongreya xwe dike? Xêro Ebas ê ku dibêje „serokê min Beshar“, di kongreya PDK de de dibêje „min ji tu kesî re negotiye serokê min, bes ezê îro ji Mesûd Barzanî re bêjim tu serokê min î“ û dide lotikan. Ev çi tir?ik û ?orbe ye? Ma partî nizane ku hejmarek ji hunermendên Apocîyan çi zimandirêjî li ser partîyê ûMesûd dikirin û dikin?

Hunermendên welatparêz û dilsozên rêbaza Barzanî pir li bakur û rojhelat û bi taybet li rojavayê Kurdistanê pir hene. Pirs ew e çima partî, ragihandina parti û bi taybet serokê partî Mesûd Barzanî qîmet nadin hunermendên rojavayê Kurdistanê û qîmet nadin tevgera wê?  Ne yek hunermend, ne yek helbestvan û ne jî yek partîya siyasî ji rojavayê Kurdistanê pê?wazî nekirin kongreya xwe. Çawa helbestvanekî wek Emerê Lalê ku temenê xwe tev bi qurbana partî kir û di bin gohê wan de li Duhokê ye, dawetî kongreyê nekirin? Hunermend Temo û hunermend Mihemed Teyib Tahir,  Saîd Gabarî ku 30 sal di ?ore?a Barzanî de xizmet kirine û li wir in, çima dawetî kongreyê nekirin? Qey keda Xêro Ebas û Rojînê ji hunermend Mehmûd Ezîz ?akir bêhtir e? Hunermendekî me ji rojavayê Kurdistanê heye hem helbestvan û hem siyasî (?evger) ye, wek em agahdar in nêzîkî 40 sal in li ser rêbaza Barzanî stranan dibêje. Ma ne xeletîye ku parti van hunermendên ku can û malê xwe di ber rêbaza Barzanî de dan ji bîr bike? Kesên wek Ciwan Haco,  Feqîyê Teyran, Brîndar û bi dehan hunermendên din. Di sala 2004 de me 50 ?ehîd qurban kirin ji bona ku Ereban xeberên pîs kirin Mesûd Barzanî. Hewqas mîdalîyên Barzanî hatin belavkirin, ma 10 mîdalî ne dibûn layîqî malbata 10 ?ehîdên serhildana Qami?lo yên ku qebûlnekirin xeber bên Mesûd û canê xwe fîda kirin? Akîd heger Barzanîyê nemir serê xwe ji gora xwe rake, wê bêje: Mesûd, tu ?a?îtîyan dikî!

Rojhelatî Kurdistan di 1992an de bi biryar ?er û tivinga xwe ji bo xizmeta ba?ûrê Kurdistanê rawestand da derfet nedin rêjîma Îranê ku her roj êrî? bibin ser ba?ûr. Her wek ku Tirkî dibe ser Qendîl û ba?ûr bi tevayî.  Gelo çima pê?wazîya tîpa Kamkaran nekirin? Belkî wek Rojînê nebin ku xwe serûbin bihejînin, dem bûye dema hejandinê û dolaran, pîvan nemane û dem bûye dema Helawçî û tir?ikçîyan. Hûn dêna xwe bidin kenalên asmanî yên ba?ûr ku çi hunermendek here TV yên Apocîyan, li ba wan jî qîmet didinê û xebata wî ya hunerî ba? dime?e.

Mamostayên ku ev rê vekirine jî (Xelîl ?ingalî u Osmanê êzîdî) ne ku ev herdu jî Apocî bûn. Wek ku dokumentek heye û rast e jî ( hûn dikarin ji berpirsên navça PDK ya li Holanda bipirsin)  ku di NEWROZA 1990î de Xelîl ?ingalî û ?ivan Perwer  gotin „heya ku hûn sûretê Barzaniyê nemir ji salonê dernexin, em derbas nabin“.  Ango em di bin vî sûretî de stranan  nabêjin.  Mixabin ev qederê 7 sala ye ku Xelîl ?ingalî 10 hunermendên Apoçîyan dibe KTV û li bajarên ba?ûr ahengan ji bo wan digêre. Heya wilo lêhat ku qîmet ji hunermendên ba?ûr re nema.

Mebesta min ew hinek dibêjin partî bi anîna hunermendên PKK wê Kurdên bakur ber bi xwe ve bik?îne.  Ev nerînek xeyalî ye û ?a? e. Ez dibînim ku PKK bi  hunermendên  xwe derbasî mêjîyê xelkên ba?ûr dibe  Yê wek Birader û Kazo strana îmralî û Apo di dilê Duhokê de dibêjin.  Berî salekê li Amedê hevalê Îbrahîm Gu?lu (TEVKURD)  sûretekî Barzanîyê nemir û ala Kurdistanê bilind kirin. Mixabin Apoçîyan qebûl nekir û bi ser de ew al qetandin. Piranîya siyasetmedarên partiyên bakurê Kurdistanê ji Europa vegerîyan bakur û çend caran kom bûn û heya giha TEVKURDê û gelek caran alikarî ji Mesûd Barzanî  xwestin. Lê mixabin alikarîya wan nehat kirin û nehat kirin. Lê Mesûd Barzanî alîkariyek mezin ji bo PKK dike û her carek derdikeve Europa tim pirsa PKK dide pê? wek ku ew partiyên din nînin û heya ku goh nadin PDK -Bakur jî. Wisa tê digehim ku Turkî,  Îran, Sûrî û Mesûd bi hev re dixwazin ku PKK xurt bibe da ku bi hebûna PKK li Sûrî, Îran û Turkî partiyên din yên Kurd lawaz û sist bibin û mafê Kurd bê qormiçandin û pûçkirin.

Bi texmîna min, pi?tî 2003 rêberîya niha ya partî ji rêbaza resen ya Barzanîyê nemir derdikeve. Parti niha xwe bi dewletên dormedora xwe re xudan desthilat û têkilî dibîne. Bi dewletên cihan re jî, bi taybet siyaseta rêberîya parti bi dewleta Turki re hi?kere û ve?artî û di gel PKK e jî hi?kere û diyar e. Xuyaye zextek Turki li ser Serok Mesûd heye ku rolek xwe bileyize da ku derî ji PKK û hunermendên wê re veke. Hûn dibînin ku zimanê Turkî li ba?ûr xurt dibe. Di rêya bazirganan û di rêya hunera Turkî de Kurd tên asîmîlekirin. Bi ser wilo de hunermendên Apocîyan hunerek seqet derbasî ba?ûr dikin. Di vê hêlê de Turk bi ser dikevin û hunera Kurdi ya resen li ba?ûr kêm û lawaz dibe. Turkî ji bo Kurdên ba?ûr dibe bazara tomarkirina cd û filman.

Kongera PDK bi rengê çepikan û dawetê derbas bû. Hunermendan xwe kirin mitribên ?aba?an û hemiyan sitran li ser Mesûd û Nêçîrvan gotin. Min layiqî Serok Barzanî ne didît ku wek serokekî her ?ev 5 seetan li ser kursî bimîne, bi ewqas çepik û ken û ya herî  ne ba? ku wi pata ji Xêro Ebas re lêda. Xêro yê ku berî heftiyekê li Sûrî pesn û wesfê Be?ar Assad da.

Bi texmîna min ev kongreya PDK ya bi vi rengî dilê pir welatparêz û hezkerên Barzaniyê nemir ê?and û hi?t, qimetê xwe pir kêm kir. Em omîdar in ev partiya ku bi rêbaza ?ehidan mezin buyê, li xwe vegere û haj xeletîyan hebe, di têkiliyên Turki û bazirganîyê de dostên xwe neê?îne, dost û dijminên xwe ji hev derêxe.

Kurdistan

dilokurd-72@hotmail.com

About The Author