Kongra PDK

Kongra PDK li ser xêrê be, hinek biryarên pir maqûl sitandin. Wek mafê çaranûsi û filan û bêvan. Dawetnama ku Xêro û Dêro dawetkirin ,ew ji biryara wan e. Yek nikare bêje çima we filankeso û bêvankeso dawet kir, ne heqê me ye. Lê xeletîya herî mezin ew bû ku xelata Barzani dan mamê me Derwê?ê Sado, ex ?a?îyek pir mezin bû.

Ji bo ku ez jî ji wê tradisyonê (PDK-Bakur) têm, ez Derwê?ê Sado ba? nas dikim. Ez bawerim ger menfeeta wî ya sexsî tê de tunebe, ji xeyrî zerarê pêve ti keda mamê me Derwê?ê Sado ji PDK-Bakur û PDK Ba?ûr re çênebûye.

Rast e, keda PDK-Bakur di ?ore?a ba?ûr de pir e, bê hed û bê hesab e. Yek nikare bijmêre. Endamên vê partîya qedîm bi mal û canê xwe alîkarîya ?oresê kirine. Em vê ji kesî re nakin minnet. Ked û alîkarî erk û bîr û bawerîya  me ya netewî bû. Lê ev ked ne keda Derwê?ê Sado ye. PDK ba?ûr karîbû derbasî bakur bibe, xelata Barzanîyê nemir bida gundîyekî 60 salî û bigota: ”Aha em vê xelatê ji bo keda PDK-Bakur didin te”. Ez bawerim wê pîroztir û manîdartir bûya û wê xelatê ciyê xwe bigirta. Bi vî awayî hem wê endamên PDK-Bakur (yên kevn û nû) kêfxwe? bibûna û hem jî wê ?ik neketibûya ser dana xelata Barzanîyê nemir.   

Yan xelata Barzanî bidana mamê me ?erafettîn Elçî (ku ew bi xwe jî damezrênerekî PDK ye) ne bixêrtir û manîdartir bû?

Axir canim, êdî hasil gihaye Mûsilê. Berjewendîyên ?exsî û rêxistinî nirx û pîrozîyên netewî jî bi xwe re herimandine û hûn sax…

Mêrdîn

About The Author