Pelûl bi serê Lotikxanê de jî rijîya

Hevserokatî wek toqa naletê ket stuyê Kurdan û pê ve zeliqî. Em zilam hew wêrin tirrekê bikin, hew we dît melkemotek wek „Qomser Qolûmbo“ anîn û li ser serê me daçikandin. Çiye yabo? Ê hûn tirrên zêdeyî xwe dikin. Çiye yabo? Ê zimanê we zêdeyî bejna we dirêj e. Çiye yabo? Ne hedê we ye hûn siyasetek serbixwe bime?înin. Çiye yabo? Yan hûn objektîf ajan in, yan sûbjektîf ajan. Filan û fîstan û hezar quzilqurtên din. 

Axir…

?aredarê Amedê xalê me Osman Baydemîr lingê xwe zêdeyî bejna xwe dirêj kir (!) û gotinên wî li hesabê hinek alîyan nehat. Osmanê me ji bîr kiribû ku me?andina siyasetek serbixwe û bi ?exsîyet li hesabê hinek alîyan nayê û wê ew alî nehêlin ku bejna Osmanê me santîmekê jî bi ser bejna wan keve. Ma rastî li hesabê kesekî tê babam? Nayê. Yan divê tu di bin sîya wan de siyasetê bikî û ji sînorê wan dernekevî, yan jî wê ava serê te bê kelandin. Encama 30 salên vê dawîyê ev e. Çawa ku ava serê Orhan Mîroglû kelandin, helbet kelandina ava serê xalê me Osê jî pir hêsan û rehet e.

Pi?tî ku ayet daketin û hat gotin ku Osman Baydemîr lingê xwe zêdeyî xwe vedizilîne, hevserokatîya ?aredarîya Amedê  ket rojeva Kurd û Tirkan. Her çiqasî rayedarên BDP „hevserokatîya ?aredarîya Amedê“ înkar kirin û gotin ku biryarek wilo negirtine jî, lê „gotinên êvara dikevin qulê dîwara“. Çend roj derbas nebûn, hat gotin ku cîhgira ?aredarîya Yenî?ehîrê Hafîze Îpek bûye Hevseroka ?aredarîya Amedê û li ser serê xalê me Osman Baydemîr bûye wek Qomser Qolûmbo.

Lê xwezî ev tenê bûya. Ji berê de dibêjin „kera nebin nav kera ji bo ji hev hîn nebin tirr û fisa“. Mixabin pe?kên pelûla hevserokatîyê li me jî, li Partî Demokratî Lotikxane jî ketin û xaltîla me FATÊ serî li me hilda.

Xaltîka me Fatê serî li polîtburoya Lotikxanê xist û bi nameyek vekirî doza hevserokatîyê li me kir. Di nameya wê de tenê yek xal û ?ert hebû. Hevserokatî!

Xaltîka me Fatê di nameya xwe de eynen wilo nivîsandiye:

„Hevalno, hogirno… Hevserokatî bûye mode û ez naxwazim ji vê modeyê bi pa?de bimînim. Hevseroka BDP jin e, va hevserokek jin ji xalê me Osman re jî kirin diyarî. Çima ma ez ji Ey?ika Ereb im bavê min? Ma ez wek hevserokên BDP jî nayêm? Dîplome be dîplome, zanîngeh be zanîngeh, pisportî be pisportî, ma ev keramet û marîfet bi kê re hene babam? Yan hûnê min bikin hevseroka Partî Demokratî Lotikxane, yan jî ezê ji endametîya partîyê îstîfa bikim“ û çewalek xist serê me.

Ez serê we neê?înim û heger ê?iya jî ji nav ?eqê xaltîka we Fatê ve, polîtburoya sererd û binerd a partîya me pi?tî nîqa?, pevçûn û buks û kulman, biryar da ku xaltîka Fatê bike „Hevseroka Partî Demokratî Lotikxane“ û wefadarîya xwe bîne cîh.

Ez wek ba?çawî?ê Lotikxanê, hevserokatîya xaltîka Fatê ji mecbûrî pîroz dikim û herdu lêvên wê radimîsim.

About The Author