Ka go bi ya mamo bikin

Mamê me Talabanî hat Tirkiyê û silavek germ da haziran. Mamê me hevdîtinek germ bi serokkomarê Tirkiyê, serokwezîr, xaltîka me Aysel Tûglûk û xalê me Sirri Sakik re kir, bi wan re xwarinek xwe? xwar û çay û qehwe jî bi ser de vexwar.

Mamê me di derbarê „Xweserîya Demokratîk“ de lotikek pîroz avêt û got ku „bi ?e? telaqan ti?tekî pîroz e, kes nikare li dij derkeve kaka“ û pi?tgirî da Xweerîya Demokratîk. Lê sermezinên dewletê jî radibin daxwaza Xweserîya Demokratîk wek „sûîkasta li dewletê“ bi nav dikin û wek cin jê ditirsin.

Mamê me Talabanî herweha silavek germ ji ba?qanê Kurdan Ocalan re ?and, çavên wî maç kir û di derbarê zimên de jî lotikek li sermezinên dewletê xist, aqil da wan û got:“Binerin kaka, em têkilî pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê nabin. Lê em ji serpêhatîyên xwe zanin ku duzimanî ba? e û xelkê welatekî nêzîkî hev dike, wan bi hev dide fêhmkirin. Bela sermezinên dewletê ji zimanê Kurdî netirsin û wek kîro?kên ku ji ber tajî birevin, ji zimanê Kurdî nerevin“ filan û bêvan.

Ez serê we neê?înim, mamê me aqil û ?îretên ba? dan sermezinên dewleta Tirk.

Lê ka yê ku fêhm bike kaka?

Enqere

About The Author