Me xwest û wan dîsa neda

Bazara narkotîkê salê 40 milyar dolar e. Be?ek mezin ji vê bazarê jî li ser kokaînê ye. Navenda kokaînê jî helbet Latîn Amerîka ye.

Li Perûyê, di van çend mehên dawîyê de 13 ton kokaîn hat girtin. Buhayê wê yê bazarê ne tê gotin û bê gotin jî kes bawer nake. Hema bêjin meriv kare pê dewletekê ava bike ha. Tew ji xwe zêr û zîv li ber buhayê kokaînê gû xwariye. Gramek wê ji qelenê keçek 14 salî buhatir e wesselam.

Polîsên Perûyê 13 ton kokaîn xistin çewalan û ?ewitandin.Sala buhurî jî 29 ton ?ewitandibûn. De werin û kirasê xwe neçirînin law!

Kuro law hey min di wîjdanê we kirino, xebatkarên Lotikxanê ji birçîna qure qura zikê wan e. Piranîya wan yan firax?o ne, yan taksîcî ne, yan jî ?orbefiro? in. Ma go we tonek ji wê kokaînê bi xêra dê û bavê xwe bida xebatkarên me ne bixêrtir bû oxlim? Law hey hikûmetekanî ba?ûrekanim guh li me nake, qe nebe bela dilê we bi zarokên Lotikxanê bi?ewitîya qurban, ma insanetî bi we re jî nemaye bavo! Law me bi salan bi navê çepîtîyê pi?tgirîya ?ore?ên Latîn Amerîkayê kir, ka wefadarîya we kaka?

Werhasilî kelam, ne wefadarî maye ne jî wîjdan. Law em pi?tgirîya kê dikin her em li xisarê ne ellawekîl..

Tobe ku em ji îro û pêve bela? pi?tgirîya kesekî bikin lo, wî!

Lîma

About The Author