Bi zimanê xwe karibin!

Me be?ê ?iroveyan vekir ji bo ku xwendevan karibin bi serbestî dîtinên xwe bêjin û ?iroveyên xwe bikin. Lê mixabin hinek ji xwendevanên me ?irove kirine wek lîztika zarokan, hem xwe û hem jî me pê dê?înin. Me berî niha dîsa bala xwendevanan ki?andibû ku li ber zimanê xwe binerin û bi ?iroveyên ne li rê (bi taybet gotinên wek xeber, dijûn, dijûnên seksî û wekî din) Lotikxanê neherimînin, qîmetê wê nexin.

Her kes di dîtin û ramana xwe de azad e. Kare bi serbestî ?iroveyên xwe bike. Lê divê ?irove ji sînorê xwe dernekeve û nebe wek  ?irove û gotinên kuçe û kolanan.

Hinek xwendevan dibêjin ku „?iroveyên me tên sansûr kirin“ filan û jehr û ziqûm.

Helbet emê sansûr bikin bavê min, Lotikxane ne bêndera bêxwedî ye ku herkes hespê xwe tê de bibezîne û çi bê ber devê wî tê de bêje. Madem hûn naxwazin ?iroveyên we bên sansûrkirin, berê bifikirin û pi?tre ?iroveyên xwe bikin.

Ev cara duyem e ku em balê dik?înin.

Lê cara sêyem em mecbûr in be?ê ?iroveyan bigrin.

Ji kerema xwe me jî û xwe jî neê?înin.

Lotikxane

About The Author