Rê nedin wan sayin Karayilan!

Pi?tî ku ba?qan A.Ocalan peyamên germ û nerm ji cemeeta Fethûllah Gulen re ?andin, qiyamet rabû û hat gotin ku wê „KCK û cemeeta Gulen bibin kirîvên hev û xwe di dawa hev de sunnet bikin“. Lê seydayê Fethûllah Gulen xwe nêzîkî vê lotikê nekir û got:“Naaaaaa, nabe qarda?im“ û pê?niyaza ba?qanê me bi pa?de vegeran.

Li ser bextê ANF û fitne û fesadan be, dibêjin Serokê Konseya KCK cîgerim Karayilan ferman daye xortên KCK ku bela xwe di cemeeta Fethûllah beg de nedin û serê wan neê?înin, ji wan re astengîyan dernexin.

Halla hallaaaaa û ya siphan alla!

Law cewrên Fethûllah beg ba?ûrê Kurdistanê dagîr kirine, temamê komarên cewrikên dêlegura Asenayê dagîr kirine, bi rêya dibistanên xwe siyaseta „Tirk Îslam Sentezî û Tûranîzmê“ dime?înin, dixwazin Împaratorîya Tirkistanê li serê dinyayê bikin bela, ma ev ne bes in? Çima hûnê rê bidin van nîjadperestan yabo qurban? Yaw we dengê xwe nekir, MHP di Kurdistanê de bi cîh bû. We dengê xwe nekir, Hizbûllahê bi hezaran Kurdên welatperwer qetil kirin. CHP li Kurdistanê nemaye, BDP dixwaze bi CHP re hevkarîyê bike û wê jî bike bela serê me.

Ma kî?

Ma AKP ne?

Ê madem wilo ye, çima hûn serê AKP û Kasimpa?alî Receb dê?înin babam? Ma Kasimpa?alî Receb ji Ey?ika Ereb e? Law rebeno guneh e guneh. Ergenekon dijminatîya wî dike, MHP, CHP, TKP, Çep û Rep mîrkutan li nav serê rebeno dixin, por bi serê rebeno ve nemaye, qe nebe derîkî xêrê ji wî re jî vekin wî! Ma vê sur û sermê, vê zivistanê bela rebeno tenê biqefile, wey!

Mexmûr

About The Author