?ukran xanim jî ket nav karwên

Pirsa Kurd ji gellekan re bûye kabûs, bûye dêwê heft serî û tê xewna wan. Hinek li gel û hinek li dij, ha ha li ser dinivîsin. Ma xaltîka me ?ukran Tekîn ji wan kêm dimîne? Na canim, ma ew ne ji Ey?ika Ereb e. Helbet wê xwêya wê jî di nav pelûlê de hebe.

?ukran xanima germik û nermik, di malperek înternetê de li ser Kurdan nivîsandiye û lotikek balkê? avêtiye.

Xanimê dibêje: “Cîranên me yên Kurd çêbûn, me tucarî ferq nexist navbera xwe û wan. Em ji axavtina zimanê wan re nebûn asteng. Çawa ku dê û bavê wan hînî xwendin û nivîsandinê nebûbûn, dê û bavên me jî xwendin û nivîsandin nizanîbûn. Lê dê û bavên me li ?ûna qelemê çek nexistin destên me, em ne?andin serê çiyê û me berê wan çekên xwe nedan dewletê û eskerên xwe” filan û fîstan.  Yanî, xanimê dixwaze bêje ku ji ber Kurd nizanin bixwînin û binivîsin, kerbê xwe di serê dewlet û eskerên me de derdixin.

Lê lotika herî dijwar jî li axa û zarokên ?êx û axayên ku îro di nava BDP de siyasetê dikin, dixe. Çima?

Dibêje:

“Ma ne hûn bûn ên ku erdên Kurdên feqîr ji destê wan girtin û ew derbeder kirin, ji xaka wan dûrxistin?  Ma ne hûn in ên ku bi navê namûs û toreyê hevdu dikujin? Ma ne hûn in ên ku di ?ûna qelemê de çek didin destên zarokên xwe? Lê niha jî radibin doza perwerdeya zimanê Kurdî dikin. Heger pirsgirêkek duzimanî hebe, ew jî ev e ku Kurd bi Tirkî nizanin û nikarin bi Tirkî biaxivin. Ji xwe di nav xwe de bi zimanê xwe diaxivin, kerê rê li ber wan negirtiye.  Madem hûn îro doza axê ji Kurdan re dikin, çima we Kurdên xwe ji axa wan derxist û ew derbeder kirin? We di dema xwe de axa hemwelatîyên xwe ji wan stend, ew koçberkirin û niha jî hûn doza axê ji Kurdan re dikin. Ev çi ?orbe ye, çi tir?ik e” filan û jehr û ziqûm.

Werhasilî kelam, hinek rast, hinek derew, lê ?ukran xanimê derzî di hinek ti?tan de rakiriye.

Birastî ew axa û seroke?îrên ku Kurdên reben ji axa wan derdixistin, bûn sebebê koçberî û asîmîlasyona wan û îro jî di nava hinek partîyên Kurdan de lotikên siyasî davêjin, serokatî û axatîya xwe dikin, çi dixwazin?

Ji qewla ?ukran xanimê ve, ma go berê ji xwe û gundîyên xwe dest bi rastîya meselê bikin ne çêtir e? Heger ne fen bin, ev çi dar û ben in?

Stenbol

About The Author