Em doza diranê xwe dikin

Gava bapîrê me Brahîm Xelîl pêxember ji Ruha û Harranê bi rê ket û berê xwe da Israîlê, diranek wî pir dê?iya. Pi?tî ku hew debar kir, diranê wî bi kelbetanekî zingargirtî ki?andin, ew diran di tûrikekî de va?artin û avêtin ser pi?ta kerê wî.

?ev nîvê ?evê Erebên diz tûrikê bapîrê me Brahîm Xelîl ji ser pi?ta kerê dizîn û revandin, digotin qey zêr û zîv di tûrik de hene. Lê pi?tî ku dîtin diranek kurmî di tûrik de ye, diran li çolek Israîlê avêtin û reviyan çûn.

Arkeologên Israîlî, diranek 400 hezar sal kevnare dîtin. Hinek dibêjin 400 hezar sal wextek pir dirêj e, hinek jî bi sê telaqên jinberdanê sûnd dixwin ku ew diran diranê Brahîm Xelîl pêxember e. Niha arkeologên Israîlî li ser vî diranî ketine qirika hev û dê weledê xwe avêtiye.

Em bi xwe bawerin ku ew diran diranê bapîrê Kurdan Brahîm Xelîl pêxember e. Tew ji xwe hinek jî bextê xwe xera dikin û dibêjin: „Bi ellawekîl ev diran di?ibe diranê Selaheddînê Eyyûbî“ û bi hev re ?ert û berberîyê dikin.

Axir, wek Lotikxane me serî li dewleta Israîlê da û doza diranê bapîrê xwe li wan kir. Em niha li benda bersiva arkeolog û rayedarên Israîlê ne wesselam.

De ka ba? lê binerin û bêjin:

Ev diranê kê ye?

Israîl

About The Author