Em bela? nabin kefîl

Li ser bextê cilkêtçî û esrarfiro?ên Amedê be, dibêjin Amedîyên me ji bo vekirina Otêla Hîltonê lotikvana çiryayî û diryayî Parîs hîlton dawetî Amedê kirine. Hinek dibêjin „Wê dilê me nehêle û bê Amedê“ û hinek jî dibêjin „Na welle wê pozbilindîyê bike û nayê“ filan û bêvan.

Welhasil, pi?tî nûçeyên li ser hatin û nehatina Parîs xanimê, me xwe bi rêya emaîlê gihand lotikvana agirpêketî û tenûrgerm Parîs Hîlton û me jê pirsî:

„Parîs xanim, weyla em bi qurbana çiçikên te bûnê, gelo rast e tê bê Amedê?“

Xanimê eynen ev bersiv daye me:

„Lotikvanino, hatina min ne sedî sed e. Ji ber ku min nav û dengê „pêxwas, cilêtçî û esrarkê?ên Amedê pir bihîstiye, ez newêrim serdana Amedê bikim. Ez ditirsim pêxwasên Amedê min birevînin serê çiyê û ti?tên nedîtî bînin serê min, kiras û binkirasên min biçirînin. Lê ku Lotikxane bibe kefîl û min biparêze, ez karim ji bo hatinê bifikirim“ û kefaletî ji me xwestiye.

Lotikxane û kefaletî kuro!?

Keçê hey Amedîyan tenûra te germ kirê, ma em rebenê xwedê ji ku karin te ji destê pêxwas, cilêtçî û esrarkê?an biparêzin keçko! Ma tanq û topên me hene em te biparêzin, waweylê! Bela serok û bevserok te biparêzin xanimê, wî!

Ez serê we neê?înim, hatina Parîs xanimê ne kif? e gelî Amedîno.

Belasebeb neçin ser berberan û xwe tira? nekin, kêfa xwe neynin. Em bela? kefaletîya kesekî nakin qurban. Heger hûn dixwazin em bibin kefîl û Parîs xanim bê Amedê destê xwe di ser serê we re bibe û çend derpîyên xwe diyarî we bike, çewalek nîsk ji Lotikxanê re bi?înin. Yan na, em kefaletîyê nakin ellawekîl..

Amed

About The Author