Fadilê me ziravê wan qetand

Sersala mîladî hat û Kurdên me dîsa dest bi ?andina peyaman kir. Bi taybet ?aredarê Colemêrgê kekê me Fadil Bedirxanoglû di vî warî de lotikek xwe? avêt, ziravê serokkomar û serokwezîrê Tirkiyê qetand.

Bedirxanoglû, bi minasebeta hatina serê salê, qertek pîrozbahîyê ji herdu rayedarên dewletê re ?andiye û li ser bi Kurdî nivîsandiye “Sersala we pîroz be!”

Li gora saloxdanên sîxurên me yên li meclîsê, dibêjin gava qert ketiye destê herduwan, ziravê wan qetiyaye û qotine qey terorîstan bombeya jehrîn ji wan re ?andiye.  Pi?tre gava yawerên wan name vekirine û dîtine ku qert e û li ser bi zimanekî nenas (!) “Sersala we pîroz be” nivîsandiye, ji qidûm ketine û hema hema derpî jî dagirtine.

Welhasilî kelam, Fadil Bedirxanoglû lotikek Kurdewarî li Erdogan û Gul xist.

Seeta wî xwe? û destê wî sax be…

Colemêrg

About The Author