He he he

Xêro Ebas ev çiye

Te mêjyê xwe xwariye

Gelo te ji me pirsiye

Ew serokê mey çiye

Ma ev gotin hewceye

Çi tirs  û koletî ye

Serokê Kurdan heye

Ew Berzanî bi xwe ye

Lê Be?ar ji bo te ye

Karê me pê tineye

Em sê milyon li roj ava

Ji Dêrik heya zorava

Ew me dixin bin çava

Pêl me dikin her gava

Bi qundera û pêlava

Ji wa nakin lava lava

Çimkî Kurd in em hene

Ji wan re ne kole ne

Ma tu ne ji vî gundî ye

Ew basîkê ?ovîniya

Gelo te ji bîr kiriye

Nasnama me biriye

Kemberek Erebî ye

Li dora me girtiye

Li Cezîrê daniye

Zagona çil û niha (49)

Diho nûka daniye

Biner li halê me Kurda

Tevda mirin ji derda

Li bin rêjîma Baasiya

Me rojek xwe? nediye

Tev ezyet û girî ye

Îro pesnê wî nede

Ew serok be ji bo te

Sed pîroz be li bejna te

Neaxive bi navê me

Hewar te ji bîr kiriye

Va zarokên li riya

Ti bijmêre girtiya

Va ?ehîd û ku?tiya

Penaber û birçiya

Ev çi ala Sûriye

Te ji mer ji ku anîye

Rengê ala min heye

Kesk û sor û sipî ye

Rengê zer lê hatiye

Ev ala me gi?tiya

Xêro Ebas ev çiye?

About The Author