Lotikek ne dûrî aqilan avêt

Prof. Dr. ?lber Ortayl?, li bajarê Kocaelî yê lotikek ne dûrî aqilan avêt. Hem lotika xwe avêt, hem jî henekê xwe bi siyasetmedarên Kurd kir.

Prof. Dr. ?lber Ortayl?. Di debarê zimanê Kurdî û xweserîya demokratîk de çi gotibe ba? e?

Gotiye:

„Kesên ku doza zimanê Kurdî dikin di tengasîyê de ne, xwe dixapînin. Kesên ku doza zimanê Kurdî dikin, divê berî her ti?tî ew bi Kurdî zanibin. Bi qelebalixek ziwa netewparêzî çênabe“ û daye bin dûvê hinek siyasetmedarên ku bi xwe Kurd in lê bi Kurdî nizanin.

Prof. Dr. ?lber Ortayl?, pê re gotiye:

„Bi ?e? telaqên jinberdanê, heger di meclîsê de Kurdî serbest bibe jî, wê ew kes nikaribin bi Kurdî nîqa?ên siyasî û aborî  bikin. Ma kesên ku Kurdî nizanibin wê çi xwelîyê li serê xwe û zimanê Kurdî bikin babam“ û dilê xwe rehet kiriye.

Yabo bi ellawekîl xebera te ye.

Îcar hesab li cem we.

Ez bi Çînî nizanim û ezê rabim doza zimanê Çînî bikim.

Ma ev dikeve serê kê yaw?

Siyasetmedarên me xwe jî û Kurd jî kirine benî?tê devê xelkê. Ê law yan xwe hînî Kurdî bikin û zimanê Tirkan li me dirêj nekin, yan jî wek zilaman çareserîyekê ji vê meselê re bibînin qurban…

Stenbol

About The Author