Ji niha ve spas kaka

Wek hûn zanin, serê sala nuh, ango 01.01, hema bêjin ji alî temamê dinyayê ve tê pîrozkirin. Lê sersala Kurdan di 13.01 de tê pîrozkirin. Dîrok û sedema 13.01 ba? nayê bîra min, lê heta bi îro jî li hinek ciyên Kurdistanê Kurd di 13.01 ê de sersala xwe pîroz dikin.  Heta sala 1980î jî me li gund sersala xwe di 13 ê mehê de pîroz dikir, xwe dikir qirdik û di nava gund de li pere, nok û mewîjan digeriyan.

Welhasil, mesela min li ser 01.01, sersal û rojbûna min bû.

Di nasnama gellek ji Kurdên me yên bakur de rojbûna wan wek (01.01) hatiye nivîsandin. Memûrên dewletê zêde serê xwe pê nediêşandin.

Ji ber ku xwendin û nivîsandin kêm bû û dê û bavan „Kurmanckî“ lêdixistin, rojbûna zarokan nedihat bîra wan,  dê û bavan nizanîbûn zarok di kîjan rojê de çêbûne. Gava memûrên dewletê didîtin ku rojbûna zarokan ne kifş e, hema yekser 01.01 di nasnama wan de dinivîsîn û xwe jê xelas dikirin. 01.01 wek mohra Silêman pêxember li nasnama zarokên Kurd diket.

Di nasnama min de jî mohra Silêman pêxember heye. Ango ez jî di 01.01 de çêbûme. Lê rojbûna min ne wek a xelkê tofelaqî ye, rast û dirust e. Min ji bavê xwe pirsî û wî jî bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar û got „sedî sed rast e, tu di 01.01 de  hat dinyayê û te lotikek li me xist“.  Xuyaye ji ber ku min di çêbûna xwe de jî gellek lotik avêtine, ez bûme Lotikxanecî û heta niha jî dev ji lotikan bernadim.  Belê, 01.01, sersala Mîladî û çêbûna min.

Metirsin qurban, ez wek hinekan nabêjim ku „ez û Hz.Îsa hevdemên hev in“. Ji ber sersala Mîladî sersala Îsa pêxember e jî. Ji ber vê, wê dinya û alem sersala Îsa pêxember û sersala min pîroz bikin. Ji niha ve xwedê ji we razî be, xwedê miradê we bi 70 horî û nûrîyên bihuştê bike rebbî. Lê ku we 01.01, ango sersala min pîroz kir, destvala pîroz nekin qurban. Çend gul û beybûnan ji Lotikxanê re bişînin.

Bi vê minasebetê, ez sala 2011 li we û li temamê Kurdan  pîroz dikim.

Pîrkemal

 

About The Author