Avestakurd û siyasetvana ji ”Ba?ûrê Rojhilatê Tirkî”

Dîsa Dilbixwînê ?êf û xizmetkarê Avestakurd ecêb rakirin û bernameyek ku ji bîr nebe bi xwî?ka misilman û fileyan, qîza Kurd û Suryanî, hemwelatiya Tirk û Swêdiyan, guloka esmer, kinika girover Evîn Çetîn a Girmîrî re çêkir.

Xwediya zarê bilbilî, dev û lêvên lihevhatî, piyên xwas, pîzayên têr ava bacana, a?iqa futbol û ?eraba sor, xwî?ka me Evîn Çetîn dilê xwe ji canim Dilo re vekiriye.

http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=11539

Hîna di danasînê de, berya ku bisimla xwe bîne Dilo bi wê Kurdiya xwe? dibêje ”Evîn, ji bakurê Kurdistanê bajarê Nisêbînê ye”… Me jî wek LotikLeaks got ”hop hop babam”, bi dûrbîna Dr Bahoz nerî û bi ?ûjina Mele Jano koland bê Evîn bixwe çi dibêje.

Di encama lêkolînê de me dît ku vaye Evîna Girmîrî ne ji Kurdistanê, lê ji ”Ba?ûrê Rojhilatê Tirkiyê” ye. Kerem bikin ji we re hûn jî binerin!

http://evincetin.se/?page_id=3.

Evîn di destpêka bîyografya xwe de dinivîse ku ji ber evîna dê û bavê wê wan mala xwe ya li ”Ba?ûrê Rojhilatê Tirkiyê” terikandine. Elaqê siyasetê ji reva me tune bû ha!

Keko, Dilbixwîno!  Me hêvî dikir ku tu bi wê ezmûna xwe ya rojnamegerî, ji xaltîka me Evîna Girmîrî bipirsî bê ”Ba?ûrê Rojhilatê Tirkiyê” kuder e qurban? Gelo ti pirs nehatin bîra te dema ku hem digot ”ez karakterîst im” hem jî ”ez  ji durûtiyê aciz im”. Hem di danasîna xwe de dibêje Nisêbînê ”Ba?ûrê Rojhilatê Tirkî” (sê caran sitexfîrellah) hem jî dibêje ”ez ji xweînkarkirinê aciz im”. Ma wek rojnamevan mirov tenê pirsên li gorî dilê xelkê ji wan dike, ezgorî?

Kurt û Kurmancî, bere haya Evîna siyasetvan û Dilbixwînê rojnameger herduyan jî jê hebe ku em wek LotikLeaks qûna re? û spî derdixin meydanê. Fedayiyên LotikLeaks yên demokrat, hessasiyetên Kurdewarî di ser her ti?tî re digrin û gav bi gav we di?opînin. Va me got; we xwe rast kir bikin, yan na ellahwekîl em we dikin devê kemança Ednano.

Xelefê Torî

Endamê rêveberiya LotikLeaksê

About The Author