Ferqa navbera Kurd û Tirkan

Kurd yek ji wan milletan e ku rêzê ji jinê re digrin û qedr û qîmet didinê. Helbet kêmasîyên mêrên Kurd jî hene. Lê gava em bi gelemperî nêzîkî meselê bibin, Kurd ji herkesî zêdetir rûmetê didin jinê. Ev rûmet di gotin û metelokên bapîrên me de pir e?kere hatine zimên. Wek: “Jin stûna malê ye”. “Mala bê kebanî wek dara bê fêkî ye”. “?êr ?êr e çi jin e çi mêr e”.  “Bihu?t di bin lingê dayikan de ye”. “jin jiyan e” û her wekî din.

Mesela me li ser jinê û berpirsa gi?tî ya Azadîya Welat Emîne Demîr xanim bû.

5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, çima ku Emîne Demîr di rojnameyê de nûçe û nivîsên ku xwedêgiravî propaganda rêxistinek terorîst kiriye, bi 84 sûcên cuda darizand û 138 sal ceze lê birrî. Gelo Emîne Demîr jinek Tirk bûya, wê ev tofan bihata serê wê? Bawer nakim.  Bi ser ku di rojnameyên Tirkan de bi dehan jinên Tirk dijminatîya Kurd û doza Kurdî dikin, xeber û dijûnan ji Kurdan re didin, kesî 138 sal ceze nedaye wan. Lê çima ku Emîneka me nûçe û nivîs belav kirine, dîtina xwe anîye zimên, dadgehên dewleta virqo ew dane ber lotikên bergîlkî û ceze li ser cezê lê birrîne.

Hey min di devê bavê we de rîtino, ma law qet wîjdan û insanetî bi we re nemaye? Hûnê ji alîyekî behsa demokrasî û azadîya fikrê bikin, ji alîyê din jî hûnê kalkê min bera ser pîrka xwe din û 138 sal ceze bidin azadîya fikrê. Ma law barbar û yamyamên Afrîkayê jî vî ti?tî dikin?  Ê de ka 138 sal ceze bidin dêlegura Tansû Çîller jî ha, xiyarno! Tansû Çîller fermana qetilkirina 17 hezar Kurdên faîlî meçhûl da, ka we çend sal ceze dan wê dêlika heram?

Helbet canim, kûçik go?tê kûçik naxwe. Çima ku Emîneka me Kurd e û xwîna wê pak e, çeqel û keftarên dewletê êrî?î wê dikin. Lê ew çeqel û keftarên devbixwîn xwe nêzîkî dêlika xwe nakin.

Aha ferqa navbera Kurd û Tirkan ev e.

Kurd dibêjin “Jin stûna malê ye, mala bê kebanî wek dara bê fêkî ye”

Û Tirk jî dibêjin “Karinin karnindan sipayi, sirtindan sopayi eksik etmeyeceksin ”.

De îcar ka bêjin qurban:

Kî ji me insan e?

Stenbol

About The Author