Cuwanê me ji xewa giran veciniqî

Di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye. Divê êdî Kurd jî hinek rastîyan qebûl bikin û kumên xwe deynin ber xwe, ba? bifikirin.

Min gellek caran bi hinek dostên xwe yên Soran re nîqa? kiriye. Gotina ku ji min re digotin, “Çima 4 Kurdistan çênebin kaka?” bû.

Gava min behsa Kurdistanek serbixwe ji wan re dikir, dikenîyan û tew henekê xwe jî bi min dikirin. Yanî, ciwamêran biryara xwe daye. “Bela piçûk be lê bela ya min be”. “Bela parçeyek be lê bela ji min re be”.  Yekîtîya Kurdistanê û Kurdistanek mezin hebe tunebe ji wan re hêç e. Helbet belkî Kurdekanên ku Kurdistanek yekgirtî û mezin dixwazin û diparêzin jî hene û wê hebin jî. Lê ez bawerim piranîya canekanim felsefa “çima ne 4 Kurdistan kaka” di serê xwe de meyandine.

Axir, em ne li dijî 4 Kurdistanan in. Helbet Kurdistanek serbixwe û yekgirtî armanc û kama dilê me ye, xewn û xeyala me ye. Lê madem 24 dewletên Erebên qûnre? hene, bela 4 Kurdistanên me jî hebin, dinya xera nabe. Ne 4, lê xwezî 24 Kurdistan jî hebûna. Lê ” bi xwezîyan meriv nagihê baqê kezîyan”. Rastî çibe divê meriv qebûl bike.

Welhasilî kelam, mesela me li ser kekê me Dr. Cuwan Heqî bû.

Doktorê me di malpera Nefelê de li ser “4 Kurdistan” nivîsandiye û ji xewa giran veciniqî ye, ?iyar bûye. Wî jî wek min îmana xwe bi 4 Kurdistanan anîye û gihaye wê bîr û bawerîyê ku “zewaca bê dil û bi darê zorê” nabe. Evîndarî yek alî nabe û divê Kurdên her çar parçeyan li çara serê xwe bigerin.

Rojba? kek Cuwan!

Me bi xêra lotikên kakacanan xwe naskir ne wilo?

Ma Mam Celal belasebeb digot “Kurdistana mezin xeyal e” kaka?

(Bi vê minasebetê derbasbûyî be kek Cuwan. Me bihîst ku tu emeliyat bûyî. Hêvîdarim tu ba?tir bi)

Swêd

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=5410

About The Author