Me dawet kir, tê nayê bi qîma xwe ye

Ajana Rûs, delala dilê xortên 18-70 salî, porsora 28 salî Anna Chapman, li Rûsya li alî “Kanal 1” ve wek jina salê hat hilbijartin. Chapman a ku li Amerîkayê bi sedema ajantîyê hatibû dersînorkirin, li welatê xwe Rûsyayê bû jina salê û doxîn li zilaman ?il û pil kir.

Anna Chapman wek sîxurek jêhatî tê naskirin. Perwerdeyek ba? dîtiye û li gora tê gotin, kare mar ji qulê derxe. Ji ber vê jêhatîbûna wê, me li ser navê Partî Demokratî Lotikxane û li ser navê îstîxbarata Lotikxanê “Lotikleaks” pê?niyazek qerase jê re bir.

Me di pê?niyaza xwe de ji xanima germ û nerm Anna Chapman xwest ku transferî Lotikxanê bibe û dersa “ajan û sîxurtîyê” bide sîxurên partîya me. Her çiqasî ajan û sîxurên Lotikxanê jî têra xwe ?areza û ji 007 James Bond jêhatîtir in jî, lê me xwest ku ajanek jin, ajanek wek Anna Chapman serpêhatîyên xwe bi sîxurên me re par veke û ?îretên wek “ajan çawa maran ji qulê derdixin” bide sîxurên me. Wek xelat jî me gotiye “Emê çewalek nîskên Mêrdînê, xurcikek mewîjên Torê û 2 zebe?ên Diyarbekirê” bidin xanima germik û nermik.

Welhasilî kelam, em niha li benda bersiva Anna Chapman xanimê ne. Heger hat û transferî Lotikxanê bû, ji xwe xwedê da me, emê têra xwe zimanê xwe li dora devê xwe xin.

De ma xwedê û ?êx Evdilqadirê Geylanî

Moskova

About The Author