Nav li me dikirin, niha ew bûne qaçaxçî

Li Tirkiyê ti?tek bê haya artê?ê nabe. Tiliya endamên artê?ê di nav her rîx û gûyî de heye. Hûn kîjan kevirê bi gû rakin, hew we dît endamekî artê?ê ji bin derket.

Hinek Kurdên me yên belengaz, gelek caran ji mecbûrî qaçaxî dikirin û çend metro tirgal, cakêt, çay yan tûtina ku ji binxet yan Iraq û Îranê tanîn, difrotin û pê zikê zarokên xwe têr dikirin. Ji ber vê jî, dolheramên dewletê navê „qaçaxçîtîyê“ bi dû Kurdan xistibûn û ew kiribûn benî?tê devê xwe.

Lê çi derkeve holê ba? e?

Derket holê ku ji eroînê bigrin heta bi firotina jinan, ji cigare û tûtinê bigrin heta bi firotina go?tê ker û qantiran, tev bi destê endamên artê?a Tirk pêk tên. Bêbavan heta bi trimbêl, helîkopter û tabûtên mirîyên xwe jî ji bo transporta eroîn û qaçaxçîtîyê bi kar anîne.

Niha dîsa derket holê ku li Bazîda Agirîyê, yekî „Tûggeneral, 2 Albay, 2 Yarbay, 2 Bînba?î, 1 Tegmen, 9 Astsûbay, 6 Çawî?ên pispor û gellek esker û sivîlên qûnalês “ qaçaxçîtîya cigareyan kirine û doz li wan hatiye vekirin.

Hûn dolheramên ku ji Kurdan re digotin „Kurd qaçaxçî ne“ dibînin ne? 

Hey min di kefenê 101 bavê we kirino, hûn wek dewlet qaçaxçîtîyê dikin, wek endamên dewletê qaçaxê dikin, ma go Kurdên reben çend carî qaçaxçîtîyê bikin û zikê zarokên xwe pê têr bikin pir e ewladim?

Yan ji we re adet, lê ji Kurdan re qebhet e?

Agirî

About The Author