Ji xelkê re adet e, ji wî re qebhet e

Parêzer Sezgîn Tanrikûlû yek ji wan kesên mêrxas bû ku di dema xwe de ti?tên kesî nikarîbû û newêrîbû bike, bi mêranî dikir. Diket dozên keç û xortên Kurd, ew bi mêranî diparaztin. Dema ku serokê Baroya Amedê bû jî, dîsa lotikên qerase davêtin û doza Kurd diparazt, xwedî lê derdiket û hetta dida bin dûvê hinek generalên dewletê jî. Yanî, li gora qiweta xwe çi ji destê wî dihat dikir. Tanrukûlû di 1996an de dewleta Tirko da Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, dadgehê 800 hezar euro ceze li dewleta Tirk birrî û lotikek bêîman li dewleta Tirk xist. Demekê xwest di nava DTP de siyasetê bike, lê rê li ber hat girtin. Niha jî çima ku bûye endamê CHP, ketiye ber lotikên hinek derûdoran û gef lê tên xwarin.

Gellek ji kadir û rêveberên MHP a fa?îst Kurd in, Kurdên Sêwas, Elezîz, Erzerom, Ezircan û deverên din in. Be?ek mezin ji dengdarên AKP Kurd in, di nav wê de 70 wekîlên Kurd hene. Di dema xwe de bi dehan Kurdên ku îro doza Kurdayetîyê dikin, di nava CHP de siyaset dikirin, hetta çendek ji wan bûn wezîr û xizmetên mezin jî kirin.

Hinek ji Kurdên ku îro dijminatîya Sezgîn Tanrikûlû dikin û endametîya wî ya CHP rexne dikin, di dema xwe de wek grûp ketin nav partîya Tirk SHP û di bin serokatîya Mûrat Karayalçin de siyasetek badilhewa kirin, Kurd pê xapandin.  Di nav BDP de jî çendek Tirk hene û yekî wek Akin Bîrdal ê Tirk li ser navê Kurdan, wek wekîlê Kurdan di meclîsê de xwedêgiravî mafê Kurdan diparêze. Bi sedan nimûneyên bi vî haweyî hene.

Çawa ku mafê Akin Bîrdal ê Tirk heye di nav BDP de siyasetê bike û doza mafê Kurdan bike,  herweha mafê Sezgîn Tanrikûlû jî heye di nava partîya Xelo yan Celo de, di nav CHP de siyasetê bike û di wê dezgehê de doza Kurdan bîne rojevê û tiliya xwe têxe çavê rêveberên wê dezgeh yan partîyê.  Çima wê ji hinekan re siyasetkirin adet be, lê ji Sezgîn Tanrikûlû re qebhet be? Bela kes nexeyide, ma Akin Bîrdal bi gellekî ji Sezgîn Tanrikûlû çêtir yan Kurdtir e?

Welhasilî kelam,  dil dixwaze ku Kurd di nav partîyên Kurdan de siyaseta xwe bikin. Lê ku hûn rê li ber wan bigrin, serê wan biqelê?in û bixwazin mejiyê serê xwe têxin serê wan, çi dibe? Helbet wê ji we birevin û di nava partîyek din de siyaseta xwe bidomînin.  Siyaseta “yan ji min e yan xayîn e” êdî di nav qebîleyên Afrîkayê de jî hew tê qebûlkirin. Mixabin dixuye ku Kurd di vî warî de ji qebîle û yamyamên Afrîkayê jî pa?detir in.

Ez serê we neê?înim û heger ê?iya jî ezê çend Aspîrînan bidim we, kesên ku lotikan li rebenê Sezgîn Tanrikûlû dixin, bela berê ?ûjina çavê xwe derxin û wê ?ûjina zingargirtî ba? tehlîl û analîz bikin, pi?tre kesên din bidin ber lotik û zîtirkan.

Axir, ez wek Cemîlê Çargurçik û herweha wek nivîskarekî Demokratîk Lotikxane Partîsî, hêvîdarim wê Sezgîn Tanrikûlû bi lotikên xwe CHP û serokê wê Kiliçdaroglû yê bêesil bîne ser rêya îmanê û bi daxwazên maqûl hebûn û çareserîya pirsa Kurd di çavên wan de rake. Na heger jê nehat ku CHP bîne ser rêya îmanê jî, dîsa hêvîdarim ku wê kekê me Sezgîn Tanrikûlû ji kesayetî û helwesta xwe ya Kurdewarî ti?tekî winda neke, neyê lîztika dolabgêrên CHP û ji bo berjewendîyên xwe yên ?exsî di nav pêl û gerînokên çemê CHP de nexeniqe.

About The Author