Xalê me Mesût ji serokê xwe xeyidî

Çima ku serokê Partîya Dew?îrmeyên Tirkiyê CHP Kemal Kiliçdaroglû ew nexistiye meclîsa partîyê, xalê me Mesût Deger ê Diyarbekirî xeyidî ye û dest bi gilî û gazindan kiriye.

Êêêêê, nû hatin kevin hilatin xalê Mesût, dinya bi dorê ye cîgerim!

Axir, xalê me Mesût Deger- ku li Amedê sembol û mirêka  CHP bû, lotikek bêîman ji gundî Kemal xwar û neket meclîsa partîya xwe, cîh nedan wî.

Mesût Deger, ji çapemenîyê re gotiye „Ez ji serokê xwe pir dil?ikestî me. Min di qulê kiro guh da fitne û fesadan, Beko Ewanan çi li ser min nivîsand, wî jî bawer kir û terka yekî wek min xizmetkarê CHP kir. Ezê vê tirrê ji wî re nehêlim“ filan û fîstan.

Xalê me Mesût Deger, herweha gotiye „Ez hîna jî di heyeta ku rapora Kurd amade dike de me. Lê ez zanim wê ew qûnekê gundî Kemal min ji wê heyetê derxe û yekî din bîne ?ûna min. Qama Kemalo di nav gû de ye, lê ewqas jî di binê erdê de ye“ û daye lotikan.
Xalê me Mesût Deger, bela xwe di Sezgîn Tanrikûlû de jî daye û gotiye „Ez wek îmana xwe zanim, wê wî ji Stenbolê wek namzet nî?an bidin. Çima mêro nayê li Amedê nabe namzet ha? Ma ew zirav pê re heye ku bê li Amedê namzetîya xwe deyne, ma wêre derkeve nav kolanên Amedê?“ û dibêje ku Amedî pir ji Tanrikûlû aciz bûne filan û xeftan.

Welhasilî kelam, xalê me Mesût Deger ji partîya xwe CHP û serokê wê gundî Kemal pir aciz û dil?ikestî ye.

Bi xêra dê û bavê xwe, hinek bibin qasid û wan li hev bînin berî go ?erê navxweyî derst pê bike gidî…

Amed

About The Author