Firaqa mîza pîrê

Mêvanperwerî, mêvandarî û mazûvaniya kurdan tê zanîn. Ji bo wan mêvan berî xwi?k, bira û xizmên wan tên. Kesê ku bibe mêvanê malekê dijmin jî be tê hewandin û mazûvaniyeke ba? jê re tê kirin. Lê hin mêvan jî bê siûd in û rastî mazûvaniyeke bi qisûr tên!

Zemanê berê mevandarî û mazûvaniya malên gundiyan li gor ku rûspiyên me dibêjin, gelekî li pê? bû. Her wiha ji van mêvandarî û mazûvaniyan gelek çîrok û serpêhatî jî derdiketin. Ji wan çîrok û serpêhatiyan ên ku bûne mijarên qerf û pêkenokan jî hene.

Yek ji wan serpêhatiyan jî li gundekî Qop a Mû?ê derbas bûye û mêvan vê carê rastî ti?tên nebûyî hatiye. Yanî vê carê siûda mêvan nîn e û mazûvaniyeke bi qisûr jê re hatiye kirin.

Zilamek dibe mêvanê maleke gund. Zilamê malê hê ji karê xwe ne hatiye. Xanima malê jî heta mêrê wê were mal, dixwaze mêvanê xwe biezimîne û amadekariya xwarinê ji bo wî bike.

Berî ku xwarinê ji mêvanê xwe re çêke jî pê?î hinek dims di firaqekê de tîne ber mêvan. Mêvanê ku ji rêya dûr hatiye û pir birçî bûye, berî xwarin were dest bi dimsê dike, bi kêf û e?q dimsa xwe vedixwe.

Dema mêvan dimsa xwe vedixwe du zarokên malê yên nehisî hene û ew jî li nav odê li dora mêvan didin du hev û dilîzin. Dema zarok li hûndir nehisiya dikin, lingê keçikê li firaqa dimsa ber mêvan dikeve û dims diqulibe ser mer?ikê. Mêvanê ku hê ji tama dimsê têr ne bûye, ji ber ku dimsa wî dirijînin pir hêrs dibe. Hew xwe digire, dike ku bi zarokan de bixeyîde û erza wan bi?ikîne.

Lê hê ku mêvan devê xwe venekiriye kurik bi kelecan û tirs bangî diya xwe dike; ‘Dayê dayê! Rindê ew dimsa ku mi?k ketibû nav û te danîbû ber mêvanê me bi ser mer?ê de rijand!’ Dengê kurik diçe mêvan û mêvan him ?a? dibe him jî pir aciz dibe.

Êdî mêvan nizane çi bike, li aliyekî li ber dimsa ku pê tama devê xwe xwe? dikir dikeve, li aliyekî jî ji xwe re dibêje; ‘Yaho çawa dimsa ku mi?k ketiye nav danîne ber min’.

Li ser gotinên kurik zimanê wî viz dibe, çavên wî bel dibin, tenê gotina, ‘Çi çi çi dimsa çi çawa?’ ji ser zimanê wî dikeve. Mêvan ji aciziya xwe hew zane çi bike û ji qehra xwe firaqa dimsê li erdê dixe û di?ikîne.

Xanima malê jî, li ser vê xirecirê tê hûndir û di ber derî re dinêre û çi bibîne. Mer?a wê di nav dimsê de maye, tew ev jî ne bes e firaqa dimsê bûye parçe û li erdê ye. Xanim, pir li ber firaqê dikeve û bi dîtina vê dîmenê re hêrs dibe û ji ser zimanê wê peyvên; ‘Weyla li minê firaqa mîza pîrê ?ikestiye!’ derdikeve.

Xanim, li ser ?ikestina ‘firaqa mîza pîrê’ bi qasî ku ?îna mirovekî bigire serê xwe dihejîne û li ber derî çok dide. Mêvan jî lal dibe û bi reva rev ji malê derdikeve diçe.

About The Author