AXAYÊN VIRIKÎ Û ?ERPEZEBÛNA KURDAN

Xwedê bi ser wan de hilwe?îne, Kurd her demê bê axa nemane. Rojek axayê navdar xwedîyê  heft gundî derdikeve li hêla xwe digere. Ê axa hatîye, êla axa jê re berxik û elok serjê dikin, dims û hingiv didinê, bi ser de jî ava sar vedixwe û virikî dibe. Li hespê siware û vedigere  gundê xwe. Di rê de bi xwe de berdaye, derpê û ?al lewitandîye, bêhna gû bi ser ketîye werhasil.

Gundî derdikevin pê?wazîya axayê xwe, yek dibêAxayê minê delal, em te çawa bibin gund? Em hatina we çawa pîrozkin? “ 

Axa dibê Bi dahol û zirne min bibin gund “ .

Axayên Kurdan ê nûjen jî ji ên berê xerabtir in. Dev ji Kurdistana serbixwe berdan, dev ji federalizmê berdan, dev ji konfederalizmê berdan, dev ji xweserîyê jî berdan; ew ne bes bû, îcar dev ji alaya Kurdan jî berdan.

Madem ku hûn ewqas bizdonek bûn, we çima dawa axatîyê kir heyran ! Ev dîyare we xwe lewitandîye, hîç nebe me jî bi xwe re nelewitînin qurban…

Wele ti?tek ba? e, kirinên we ne bes îcar em bi dahol û zirne pê?wazîya we bikin ne ? Xwedê jiyana bi axa kambax bike, mirin ji wê ba?tire  elawekîl…

Kurdistan

About The Author