Sembol mabû ew jî çû

Ehmed Beyan

Serxwebûn mir, konfederasyon virikî bû, xweserîya demokratîk bi şewba mirîşk û berazan ket, al û sembol mabû, wa ciwamêran pêl wê jî dikin û diçirvirînin.

Piştî ku serokê Kurdên dinya û axretê sayin başqan Ocalan di derbarê biryara KCD-ê de gotîbû  “KCD gelek teng berê xwe daye pirsa xweseriya demokratîk û di pirtukek sor de belavkirina vê projeyê çewt e”, wekîlê BDP ê bajarê Sêrtê kekê me Osman Ozçelîk, ku bi xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye, ji rojnama Taraf re axivî û lotikek kesanedî avêt.

Osmanê me çi bêje baş e?

Dibêje: “ Birêz Ocalan şîretan li me dike û em vê yekê rast dibînin.Eger pirsgirêk al be yan jî bikarîna sembolek ji bo Kurdan be, em dev ji vê sembolê berdidin”.

Yanî, al û sembol hebe tunebe hêç e, kes qirûşekî bi alê nade, paçikek e û em karin wî paçikî biqetînin û bavêjin teneka zibil jî.

Fatê were dawetê!

Sembol mabû wa ew jî bi şewba çûk û mirîşkan xistin, weledddddd li halê me Kurdên peppûkî!

Waweylê wey waweylê wey waweylê Sofî Xelef! Waweylê Sofî Xelef taba Xelef çû bertelef!

Yaw birêz Osman, kekê mino, tiştê ez zanim „meriv şîretan li zarokan dike, meriv şîretan li xeşîm û nezanan dike“, ma hûn û şîret? Ma ne qaşo hûn xwendevan in, parêzer in, doktor in, şaredar û siyasetmedar in, we zanîngeh û akademî xelas kiriye, ma hûn û şîret?  Yan hûn bi xwe ne bawer in?

Ez serê we neêşînim, hesab li cem we gelî xwendevanan. Heger siyasetmedar, parêzer, doktor, rewşenbîr û akademîsyenên me hewceyî şîretan bin, gelo wê Kurdên peppûk û  reben û çi xwelîyê li serê xwe û bavê xwe bikin?

Bi vê minasebetê, ez sayin Ocalan ji dil pîroz dikim û çavên wî radimîsim. Aferîn sayin Ocalan! Aferîn ku te ziravê van siyasetmedarên me yên „bê îrade“ qetandiye û xelas, ew misteheq in, her bijî!

Enqere

About The Author