Kemalo bû deve

Rojekê zilamek li malek feqîr dibe mêvan. Xwedîyê malê feqîr û hejar e, bi zor û heft belan zikê zarokên xwe têr dike.

Welhasil, mazûrvan radibe di malê de çi heye çêdike û datîne ber mêvanê xwe, herdu dest bi xwarinê dikin. Lê ji alîyê din jî guhê wî li ser zarokên wî ye, di dilê xwe de dua dike ku mêvan xwarinê gi?tî nexwe û hinek ji zarokan re jî bimîne.  Mazûrvan her ku kevçîyek xwarin dixwe, dibêje: “?ikir ji xwedê re, ez bûm ga”.

Ne carek, ne du car, ne sê car, mazûrvan her û her dibê “Ez bûm ga” û dixwaze bala mêvanê xwe bik?îne ku têr xwariye û bûye wek gayekî, da ku mêvan xwe ji sifrê bide pa? û hinek xwarin ji zarokan re jî bimîne. Di dawîyê de yê mêvan xwe nagire û dibêje: “Tu bû ga, lê bi xwedê ez hîna nebûme golik” û kevçî di bin xwarinê dadike.

Îcar mesela me li ser serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû û devê bû.

Li bajarê Aydin, beledîya Încîrlîova, Serokê Komela Devecîyên Încîrlîovayê Aytekîn Kaya, navê devê xwe kir “Kiliçdaroglû” û bi def û zirne “Deve Kiliçdaroglû” pîroz kir.

Aytekîn Kaya, gotiye: “Kêfa min pir ji serokê CHP Kiliçdaroglû re tê. Ji ber vê, min navê wî li devê xwe kir û kir Kiliçdaroglû”.

Welhasilî kelam, mazûrvanê malê bû ga û deve jî bû qismetê Kiliçdaroglû.

Devetîya Kiliçdaroglû li CHP pîroz û bimbarek be rebbî…

Bela dua bikin ku Aytekîn Kaya navê “kerê” xwe nekiriye Kiliçdaroglû..

About The Author