Macar jî Tirk derketin law!

Li Nisêbînê yekî bi navê „Cercûr“ hebû.  Me jê re digot „xalê Cercûr“. Berî salên 1980î, pê?mergeyek ji Kurdên ba?ûr bi brîndarî tînin Nisêbînê û wî tedawî dikin. Pi?tî dewlet pê dihese ku ew ne xelkê Tirkiyê ye, wî digrin û davêjin hepsê.

Axir, çend xortên me diçin cem xalê Cercûr û jê re dibêjin: „Xalê Cercûr, hal û mesele ji vê ye. Bela yê pê?merge di mehkemê de bêje ez kurê Cercûr im, tu jî qebûl bike û bêje erê welle kurê min e ji bo rebeno bê berdan“.

Xalê me Cercûr dibê: „Temam, ev û ne ti?tekî din, ehlen we sehlen, ser seran û ser çavan“.

 Roja mehkemê tê, yê pê?merge dibêje: „Ez xelkê Tirkiyê me, kurê Cercûr im. Heger hûn bawer nakin, aha vaye jê bipirsin“.

Çima hûn nabêjin xalê Cercûr xwe ji bîr kiriye û hinekî jî ketiye kelecanê. Hema li yê pê?merge dinere û dibêje:“Te go çi, ez bavê te me? Law min kengî nîhaye dêya te?“ û rebenê pê?nerge derewîn derdixe.

Îcar mesela me jî li ser Macar û Tirkan bû.

Li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin xwedêgiravî serokê Partîya Jobbîk a Macaristanê Gabor Vona gotiye: „Em û Tirk brayên hev in, eslê me yek e û em jî ji qebîla HÛN in. Em torinên Atîlla ne“ û tirrek kiriye.

Ê law oxlim, Macaristan li kuuuuu û Tirkên Hûn li ku?

Ji qewla xalê Cercûr ve, ma Tirkan kengî nîhaye dêya we ku hûn torinên Atîlla bin ewladim?

About The Author