Pelûl bi serê tîpa V de rijiya

Malpera Avestakurd daye dû tîpa “V” û çima ku hinek dezgehên ba?ûr li ?ûna tîpa “V” tîpa “W” bi kar tînin, ew dezgeh rexne kiriye û guhê wan ki?andiye.  Meselen kakacan li ?ûna “Kovar” “Kowar”, li ?ûna “Bizav” “Bizaw” û li ?ûna “Av” jî “Aw” dinivîsin.

Îcar malpera Avesta pirça serê xwe hildike û dibêje: “Hinek dezgehên ba?ûr dixwazin tîpa “V” ji nav alfaba Kurdî rakin” filan û fîstan.

Tew tew tew tew tosino, agir ket mala mino…

Yaw kekê mino, kakacan zimanekî wek zimanê Kurmancî înkar dikin, we daye dû qûna tîpa “V”. Kakacan Kurmancî û tîpên ku bêhna Kurmancî ji wan tê di?ewitînin, we daye dû qûna tîpa “V”.  Kakacanan dev ji Kurdistana mezin berdaye, we daye dû qûna rebena tîpa “V”.  Ma vê jî nekin wê çi bikin kaka?  Esasen dixwazin ji A heta Z tîpên latînî û Kurmancî ji holê rakin, lê halîhazir peppûka tîpa “V” ketiye ber lotikên wan. Bi xêr û selamet wê kakacanên me yek bi yek tîpên Kurmancî bi?ewitînin, hêdî hêdî.

Welhasilî kelam,  mesela me li ser rebena tîpa “V” bû.

 Avestakurd ji bîr dike ku “hevallerên” me yên bakurî jî pirê çaran ji “Heval” re dibêjin “Hewal” û xwelîya 7 gundan li serê xwe û zimanê Kurmancî dikin, zinê bi zimanê Kurmancî re dikin. Ma go hinek bakurî binihên qûna tîpa “V”, çima wê kakacan tirrê jê bernedin cîgeriiimmmmmmmmmmmmmm!

Duhok

About The Author