Aferîn Soranekanim, bidin bin dûvê Kurmancekanim

Li ser bextê rojnameya „WAR“ be, dibêjin pênc xwendekarên Kurmanc nameyên xwe yên doktorayê pê?kê?î Zanîngeha Soran kirine. Lê dibêjin berpirsiyarê Fakulteya Adabê lotikek qerase li wan xistiye û...

Li ser bextê rojnameya „WAR“ be, dibêjin pênc xwendekarên Kurmanc nameyên xwe yên doktorayê pê?kê?î Zanîngeha Soran kirine. Lê dibêjin berpirsiyarê Fakulteya Adabê lotikek qerase li wan xistiye û daxwaza wan her pênc xwendekaran red kiriye. Çima ku qa?o zimanê standart ê zanîngehê Soranî ye, Kurmancî tê de nayê qebûlkirin, Kurmancî tê de heram û zinêkarî ye.

Balkê? e, dibêjin li Zanîngeha Selaheddînê jî heman lotikên Soranî tên avêtin û xwelîya heft gundan li serê Kurmancan tê dakirin. Ango, Kurmanc û Kurmancî bûne zarokên jinbavê û ji Ey?ika Ereb tên hesibandin.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Duhok û Hewlêrê be, dibêjin hinek nivîskarên Kurmanc ev helwest wek „lotikên bergîlkî“ bi nav kirine û aciz bûne.

Dibêjin nivîskar û mamosteyên Soran, dixwazin Kurmancî li Kurdan herem bikin û bifetisînin. Û hetta ev helwesta zalimane di nav desthilatdarîya siyasî de jî tê me?andin, Kurmancî wek zimanê hirç û hovan, wek zimanê tarikselat û zinêkaran tê dîtin. Herweha tê gotin ku wezareta perwerdeyê pirtûkên Kurmancî ji bo xwendingehên Duhokê çap nake û rebenê walîyê Duhokê mecbûr dimîne ku wan pirtûkan bi pereyên butçeya bajêr çap bike.

Welhasilî kelam, Kurmancekanim hefsarê xwe xistine destê Soranekanim û Soranekanim jî ha ha li Kurmancekanim siwar dibin, wan dikin kurtanên kerên xwe.

Lê sûc sûcê kê ye?

Sûcê Kurmancekanim e!

Heta ku Kurmanc ev xwelîser, peppûk û reben bin, heta ku Kurmanc lal û bê ziman bin, heta ku Kurmanc bêzirav û qidûm?ikestî bin, wê Soranekanim jî li wan siwarên û Goranekanim jî.

Dibêjin rojekê diz dikeve mala yekî û mirî?ka wî didize. Xwedîyê mirî?kê ji bavê xwe re dibê „Welle diz ketin malê û mirî?ka min dizîn“. Bav ji kurê xwe re dibê „Bide dû mirî?ka xwe, li mirî?ka xwe bigere“. Lê kurê wî guh nade bavê xwe.

Pi?tî du-sê rojan, îcar bizina wî tê dizîn. Bav ji kurê xwe re dibê „Kurê min, bide dû mirî?kê, berê mirî?kê bibîne“. Kurê wî fêhm nake, nade dû mirî?kê. Pi?tî du-sê rojên din, îcar çêleka wî tê dizîn. Bavê wî aciz dibe û bi ser de diqîre: „Hey ker kurê kerê, te roja pê?în daba dû mirî?ka xwe, îro çêlek nedihat dizîn“ û ?eqamekê li kurê xwe dixe.

Îcar Kurmancino, Behdînîno!

Ev çar sal in Lotikxane guhê we dik?îne û dibêje: „Eman eman li zimanê xwe xwedî derkevin, hefsarê xwe nexin destê kesî“ û bala we dik?îne. Lê we mirî?k berda û we neda dû mirî?ka xwe. Kur bi ya bavê xwe nekir heta ku çêlek jî li ser kir. We jî guh neda Lotikxanê heta ku we fakulte û zanîngeh jî li ser kir. Heger we roja pê?în dengê xwe bilind bikira û li Kurmancî xwedî derketina, îro Soranekanim ev pelûla germ bi serê we danedikir.

Duhok

Categories
Kadîn
4 Comments on this post.
  • Jujî Charhêlik
    7 Januar 2011 at 18:51

    Welle birê min soranekamen fashîst u tirkchî ji dijminên milletê kurd giramekê jî bashtir nînin dînime îmanime. Loma, sayin hevaller, we ku li soranek pêgirtiye, chend choyên qerase di serê wan da bishkînin u pashê jî bixin wan kunekan u wesselam.
    Bila bimirin kunekên soranekam u zimanê wan yê kerkî babam!

  • Wezîr Assanî
    8 Januar 2011 at 14:52

    Her bijî zimane Pîroz – zimane Kurmancî!
    Her bijî zimane helal – zimane Kurmancî!
    Her bijî ziomane qedîm – zimane Kurmancî!
    zimane Kurmancî – ?îrîn u hingiv e!!!

  • Wezîr Assanî
    8 Januar 2011 at 14:56

    Brayên me Soran, mixabin, ji pêjtirî pozên xwe yên ?il u xîtik – edî tistekî nabînin!

  • Berxwedan..
    13 Januar 2011 at 23:39

    Bijî KURMANCÎSTAN!!!

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Bê çete jiyan nabe!

      Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...