Av çû bin qûna wî

Profesorê ne profesor, dost û ?êwirmendê demekê yê hinek Kurdên me, endamê Ergenegû û dewleta sererd û binerd, dijminê riknê milletê Kurd Yalçin Kûçik, ketiye tirsa kujtina xwe û avê daye bin qûna wî.

Belkî hûn di?opînin, kanala Samanyolû TV  (kanala Hazretî Fethûllah Gulen begefendîlerî ye), rêzefîlman li ser Ergenegû, PKK û têkilîyên wan çêdike û wan bi navê „Tek Virqîye„, „Kollama“,Olumsuz Kahramanlar“ û „Quzê Kerê„diwe?îne, propaganda Tirk Îslam Sentezî û Tûranîzmê dike. Car caran ewqas gotin û dijûnên xerab ji Kurdan re didin û Kurdan bi perdeya PKK ewqasî piçûk dixin ku, nayê gotin. Heywan bi heywantîya xwe jî propagandayek ewqas nîjadperestî nakin. Qa?o têkilîyên Ergenekon û PKK derdixin pê?, lê ji Ergenekonê zêdetir Kurdan piçûk dikin û dixwazin bi navê bratîya îslamê Kurdan asîmîle bikin, bikin Tirk.

Welhasil, mesela me li ser sayin ewladim Prof. Yalçin Kûçik bû.

Yalçino ketiye tirsa kujtina xwe û nameyek ji Wezîrê Hundur Be?îr Atalay re nivîsandiye. Di nameyê de gotiye ku „kanala Samanyolû min wek zilamê Ergenekonê nî?an dide û kesê bi navê Reha Ta?man (Kaya Minik) rola min dilîze. Ji ber vê rola xerab jî, ez di çavê awira gelemperî ya Tirkiyê de bûme wek marê re? û Tirk û Kurd ji min aciz bûne“ filan û fîstan. Ji ber vê jî, tirro ji kujtina xwe ditirse û qidûmên wî ?ikestine.

Wey weleddddddd Yalçino!

Law berê „Bekaa“ hebû û te karîbû xwe bavêta tor û bextê Bekaayê. Lê îro?

Îro Qendîl jî hew kare te biparêze oxlim, tuyê wek pisîkê bi ku de birevî cîgerim?

Stenbol

About The Author