EZ BÛM GA

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

Di demên berê de ku hê traktor ne ketibûn gundan, çot ango rakirina erdan bi saya çotkar û gayan dibû. Loma jî kesên dewlemend ango axayên wê demê erdên xwe bi peran didan cotkaran da ku erdê wan bajon, genim an jî ceh biçînin. Lê axayekî dewlemend, çav vekirî, fenek û ji xwe bawer, her sal ji bona cotkirina erdên xwe, cotkarek digirt û ji cotkar re digot:

-Biner brazê, cotê min ba? heye. Tê karek ba? û qezencek delal jê bike. Lê bazara min ya bi te re wê ev be: Heta ku tu temama cot neqedîne, dest ji kar berde û here ez ê peran nedim te. Çi dema ku te karê xwe qedand heqê te li ser çavên apê te.

Cotkar jî vê qebûl dike, lê haya wî ji bayê felekê tuneye ku wê çi bê serê wî.

Cotkarê ku hatiye çend qirû? pere qezenc bike û bi wan nifqê mala xwe dîne, dest bi rakirina erdan ango cotên xwe dike. Her êvar bi awayekî westiyayî tê mala axê. Ji ber ku cotkar ji deverên dûr dihatin, loma xwarin û cihê razanê jî li ser axê bû. Dema cotkar bi awayekî westiyayî li odê rûdinê ew û axayê xwe bi tenê ne.  Loma axa gazî malê dike û dibêje.

– Malîno, ka xwarina me bînin. Niha cotkarê me birçî ye.

Kevanîya malê xwarina wan tîne, li ber wan sifrê radixe, xwarin û ava wan jî datîne ber û derdikev e.  

 Dema ku axa çend pariyan (kevçiyan) li xwarinê dixe, bangî kevaniya xwe dike û dibêje:

-Xanim were vê xwarinê rake ez pê bûm ga.

Xanim tê xwarinê radike û cotkar ?erm dike ku bêje:

– Na wele hê min têr nexwariye.

Pi?tî xwarin radibe, axa dihere aliyê malê û zikê xwe dadigire û tê ba cotkarê xwe. Bi vî reng û awayî cotkar nikare zêde raweste. Pi?tî çend rojan ji bê xwariniyê ji qidûm dikeve û ji axayê xwe re dibêje:

-Axa tu destûra min bide ez ê dest ji kar berdim.

-Xêre kurê min. Ma ne me bazara xwe kirîye ku heta tu karê xwe neqedîne ez ê tu peran nedim te.

-Na na, mala te ava û ez ê sibê herim mal û peran jî naxwazim.

-De ba? e kurê min tu dizane. Lê ez ê tu peran meran nedim te. Tu dikare sibê here oxira te ya xêrê be.

Cotkarê me revî revî direve. Axa yekî din digire, ew jî weha karê xwe nîvço dihêle ji  birçîna direve. Bi vî awayî axa hersal erdên xwe bela? radike.

Karê axa ew bû ku tim erdên xwe bi vî awayî yanî bê ku peran bide kesan radikir. Rojekê camêrekî, zîrek, ji xwe bawer û tê gihi?tî, dibêje:

-Gelo ev çi hal e ku tu cotkarî heta dawiya rakirina erdan nikare li ba filan axayî bimînin. Bi çend nas û dostan di?êwire, bi çend kesên li ba axa cot kirine re diaxife. Werhasil rew?ê fêm dike. Û berê xwe ber bi axa vedike li wî dibe mêvan û jê re dibêje:

-Axayê min, min bihîstiye ku tu li cotkarekî digere û ez jî yekî jêhatî û ji xwe bawerim. Heger em li hev bikin ez dixwazim îsal li ba te kar bikim.

Axa vê pê?niyara wî qebûl dike û dibêje:

-Kurê min, tu heqê xwe çiqasî dixwaze weke adetê min jî qebûl e. Divê tu cotê xwe ba? bike û heta tu temama erdan raneke ango cotê xwe nîvco bihêle û here wê gavê ez ê tu peran nedim te.

-Ser serê min û herdu çavên min axayê min. Bazar bazar e.

Cotkarê me yê nû dest bi karê xwe dike, êvarî bi kêf li mala axê vedigere, li ba axayê xwe rûdinê û axa jê dipirse:

-Gelo cot çawa dihere?

-Bawer bike ba? e. Erd hinekî hi?k bûye lê xem nake, bi xêr ez ê karê xwe berî demê biqedînim.

Axa bi cavên mizawirî li cotkar dinêre, di bin simbêlan de dimizmize û xwe bi xwe dibêje: ”Ka hele em çend rojan sebir bikin û emê wê gavê halê te jî bibînin” bangî xanima malê dike û dibêje:

-Waa malîno, ma ka hûn xwarina me nînin? Niha cotkarê me birçî ye.

Xwarin tê ber wan. Axayê kone berê çend pariyan lê dixe, dike gazî û dibêje:

-Malîno werin vê xwarinê rakin ez pê bûm ga.

Cotkarê me, ji berê de xwe hazir kiribû. Loma ew xwarinê ber bi xwe ve dik?îne û dibêje:

-Malîno niha neyên. Hîn ez pê nebûme golik.

Dema cotkar vê dibêje axa ?a?o ma?o dibe. Li cotkar dinêre û dibêje:

-Kurê min tu ji min re nabe. Aha kerem bike perên te yên cotê salê û oxira te ya xêrê be…

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »
%d bloggers like this: