Namûsa kerê kirin pênc pere

Li gundan rew? cuda ye. Ji ber ku kerxane tunene, xort ji mecbûrî bazdidin ser kerên reben û miradê xwe bi wan dikin, fî?ekên xwe di wan de diteqînin. Lê li bajaran?

De binerin bê Tirkên çeqilmast çi anîne serê kera reben.

Li bajarê Mûgla, beledîya Mîlas ê, kerek ji alî 4 qûnekan ve hat tecawizkirin û namûsa wê bû bexdûnis. Kesek ji wan qûnekan (Z.A ê 32 salî) ji alî kesekî „heywanparêz“ ve hat girtin û radestî polîsan hat kirin. Z.A ji polîsan re gotiye: „Ji ber ku perên me tunebûn em biçin kerxanê, me kerbê xwe di serê kera reben re derxist û me zinê pê re kir“ filan û fîstan.  Z.A pi?tî îfadê, serbest hat berdan û nîhandina kerê jê re kar ma.

Di vê derbarê de Seroka Komela Heywan û Xwezayîya Mîlas ê Melîha Tekîn, pirça serê xwe hilçinî ye û gotiye: “Ezê ji bo ku kesên tecawizî heywanan dikin cezeyên herî giran bixwin, bixebitim“.

Kera ku navê wê li cem me ve?artî ye û fedî dike navê xwe e?kere bike, serî li Komela Heywanparêzên Lotikxanê xist û doza mafê xwe li komela me kir, xwest ku em xwedî li mafê keran derkevin. Lê ji ber ku îmkan û derfetên komela me kêm in, me berê kerê da ba?ûrê Kurdistanê û me got:“Here serî li Partîya Kerên Kurdistanê û serokê wê Omer Kilol bide. Incex birêz Omer Kilol kare xwedî li mafê te derkeve“ û me bilêta kerê birrî.

Li gora sîxurên me dibêjin, kera qû?lêqetiyayî niha gihaye sînorê Îbrahîm Xelîl û di dora vîzeyê de ye.

De xwedê ahê kera reben ji Tirkan re nehêle rebbî…

Stenbol

About The Author