Facebook xwe li ber lotikên Lotikbook negirt

Werin li vê ecêbê binerin û kirasê xwe neçirînin.

Lotikxane berî bi mehekê bû endamê e?îreta Fisbookê û xwest ku di Fisbookê de jî çend lotikan bavêje. Lê xuyaye qirdê me kor e, nesîbê me kêm e. Pi?tî ku Lotikxane bû endamê Fisbookê û xwest rêbaza Fisdbookê biguhere û wê bike „Lotikbook„, rayedarên Fisbookê xwe enirandin û gotin êdî bes e, emê Fisbookê bigrin.

Li ser bextê fitne û fesadên nava Fisbookê be, dibêjin xwedêgiravî wê Fisbook pi?tî 15ê mehê bê girtin. Dibêjin xwedîyê Fisbookê cîgerim Mark Zuckerberg gotiye ku „barê Fisbookê ji barê ker û qantiran girantir bûye û ez hew karim wî barî hilgirim. Tew ji xwe pi?tî ku Lotikxane bûye endam, barê min yekcar girantir bûye û hew nemaye ku pi?ta min di bin vî barê giran de bi?ikê“ û hêsir barandine.

Siphal allaaaaaa!

Law çima qirdê Lotikxanê wilo kor e ji bo xwedê? Lotikxane dibe endamê kîjan sazî û partîyê, yan tê girtin yan jî îflas dike, top davêje.

Axir canim, „Fisbook“ bê girtin jî xem nake. Çawa be wê sibê dusibê „Tirbook“ jî derkeve piyasê.

Amerîka

About The Author