KURD Û T?RK B?RA NE, B?RAT?YA WAN B? J?NA NE, J?N JÎ BELA SERA NE!

Bi rastî jî, nizanim ez dîn im an hin kurdên me yên xwe rew?enbîr dibînin dîn in, nema ji hev derdixim. Biratiya kurd û tirka! Biratiya mih û gura!...

Bi rastî jî, nizanim ez dîn im an hin kurdên me yên xwe rew?enbîr dibînin dîn in, nema ji hev derdixim.
Biratiya kurd û tirka!
Biratiya mih û gura!
Biratiya mi?k û pisîka!
Biratiya mi?k û mara!
Biratiya elewî û suniya!
Biratiya cuhû û misilmana!
Û em dikarin bi biratiya xapînok-sexte vî rûpelî tije bikin. Lê bi ya min, ji bo bê fêm kirin bes e.
Biratiya kurd û tirka…
Çi bi guhên mirov xwe? tê ne wisa?
Lê nizanim çend guh ji vê dûri?mê bawer dike?
Ji bo vê bersîvê, divê em bizanbin çend cureyên guhan hene…
Guhbel, guhbastêq, guhmezin, guhrep, guhçepel, guhçoçik, guhmoxil, guhfer?ik, guhker, guhlep, guhçemçik, guhqirêj, guhxiram, guhtasik, guhnermik, guhlastîk û guhbikevnik, guhbipaçik, guhkerik…
Bawer im, ji bilî guhbikevnikan, guhbipaçik û guhkerikan pê ve tu guh ji vê dûri?mê bawer nake.
Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav) û Tevgera Reformê, bi hinceta ku ji bo pirsa Kurd li çareyan bigerin konferansekê bi navê ‘Wateya Biratiya Kurd û Tirkan: Pirsgirêk û çareyên wê’ li dar dixin.
Ez ê bêjim li ser xêrê be, lê jiber ku ez ne guhbikevnik, guhbipaçik û guhkerik im nabêjim. Xwedê teala ji peyva belasebeb, vala û pûç hez nekiriye, çima ez ê neheqiyê li zimanê xwe bikim û vî zimanê xwedî xîret zuha bikim û biwestînim. Heyfa vî zimanî ku ji bo ti?tên vala û beradayî biweste.
Xwedê bê erê, Xwedê wê rojê bike qismetê min, ez ê jî be?darî vê konferansê bibim. Wek guhdarvanekî, wek tema?evanekî. Ka bê wê çi bipeyivin, çi têxin serê hev û li ser çi li hev bikin, pirr û pirr meraq dikim.

Gelo ew ê di wê konferansê de kurd û tirka wek hev bigrin?
Gelo bê tirs kurd ê karibin di wê hêwanê de bi kurdî bipeyivin?
Gelo kurd ê mafê perwerdehiya bi zimanê xwe, wê karibin bi birayên xwe yên tirk bidin qebûlkirin?
Yan jî, di konferansê de tirk ê biratiyeke çawa pê?niyarî birayên xwe yên kurd bikin?
Gelo dibe ku tirk bibêjin, ji niha pê de, em ê nehêlin zarokên kurd di dibistanan de li ser tirkbûnê sond bixwin?
Gelo wê bibêjin heta niha me li ser we kurda asimilasyon bi kar dianî, lê ji niha pê de em ê gûyekî wiha nexwin?
Gelo herdu alî jî henekên xwe bi me dikin?
Yan jî li ser biratiyeke çawa wê li hev bikin? Mamesta wan ji biratiyê çî ye?

Kuro deherin ji xwe re karekî, ?ixulekî bikin lo!
Soran nema Kurmanca tahmûl dikin…
Zaza çavê xwe bera pismamtiyê danê…
Zimanê kurmancî li Kurdistana ku em dibêjin azad e, sêwî maye…
Sazî, dezge, rêxistin û partiyên me ji ber hev ketine; yek çêya ê din naxwaze. Em rabûne qala biratiyeke beradayî û pûç dikin.
Di hundurê malbateke kurd de, edî çavê bira bar nabe li bira binêre; em dikin xwe bi zorê bikin birayê ne bira…

Ji kerema xwe edî ne xwe bixapînin û ne jî me…
Me mejî li ser kir…
Me dil li ser kir…
Me navdil li ser kir…
Me gurçik li ser kir…
Me fatre?k li ser kir…
Me hemû lebatên xwe li ser kir…
Me baweriya xwe li ser kir; me xwe li ser kir ji bo bingeha vê biratiyê… Lê em dikin û nakin lê nabe.
Çima lê nabe?
Bi çimento tenê lê nabe ji loma, ji lomaaa!…
Heta nivîsareke din a beradayî bimînin di xêr û xwe?iyê de. Ewil biratiya xwe biparêzin, pi?t re pismamtiya xelkê…

Categories
Devliken KelogirîKadînQuncik
4 Comments on this post.
  • zeki jiyan
    9 Januar 2011 at 20:21

    Bi rastî nivîseke pirr bash e. Ez jî fêm nakim ew xelkê ku me tira xwe jî nahesibîne em bi darê zorê xwe dikin, birayên wan. Wek te go û danî ; ” Soran nema kurmancan tehmûl dikin”.
    Em hê jî qala chi dikin?
    bi hêviya nivîsarën te yên hêja yên ku bên nivîsîn..

  • Wezîr Assanî
    10 Januar 2011 at 12:30

    pirranya milate me Kurd – gêjin dijminan bawerdikin u dev u lêvên wan macdikin!
    pîîî kurdo tê heta kingê bin xweda bimizi?! hi??
    gava tirko bi anga?ta bêje kurdo ku “misk ji braye kudo ye” Pîîîî kurdo bi dil u can ye tirko bawerbike!!

  • Qenco
    11 Januar 2011 at 22:20

    rakê?e dê revîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîît

  • be mirado
    12 Januar 2011 at 10:15

    mar u rovi bun heval dixwstin ave derbas kin mar xwe li sukra rovi peca
    dema rovi derbasi nav ave bu mar xwe li sukra rovi jidand behna rovi cikand
    rovi din daye we mar wi bifatsine rovi go biraye mar ez nema dikarim ave derbas
    kim beri ez u te bimrin ka ez carki te maci kim dema mar sere xwe ani ber deve rovi rovi sare mar bi dirane xwe jekir u li ber ave berda rovi av derbas kir mare be seri ji sukra xwe daweshand mar li arde direj bu rovi bere xwe daye u got ez bi kutim we biratye ku ne halo rast be

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Sekn û helwesta serek û rêberan

      Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
    • Serok Papa

      Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
    • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

      Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...