Yekemroja Neyo li Swêdê

Neyo û hevalê xwe li Sûrî penaber bûn. Hevalê Neyo, berî Neyo ji xwe re pasaportekê bi dest xistibû û bi wê pasaportê çûbû Swêdê ji bo ku li wir bextê ramyarî (îltîca) bixwaze û bi cih bibe. Gava hevalê Neyo çû Swêdê, ji Neyo re soz da, ku heger keys û derfet hebe, ew ê pasaporta xwe li firokeyê ne çirîne, lê ji Neyo re bi?îne, da ku Neyo jî bikaribe bi heman pasaportê, ji xwe re were Swêdê. Ji bo bextxwaziya li welatekî Ewrûpayê, diviya, ku yê bextê ramyarî dixwast, pi?tî ku ket nav tixûbên wî welatî, gerek pasaporta, ku pê hatibû, hema li wir di cih de biçiranda û biavêta. Yan na, bi heman pasaportî mirov bi ?ûn de di?andin ciyê ku mirov jê hatibû.

Hevalê Neyo, bi rê ket û çû Swêdê û pi?tî ku bi wê pasaportê ji gumruga Kopenhagê, wêstgeha berî Stockholmê derbas bû, pasaporta xwe kir nav zerfekê, ku berê navnî?an li ser hatibû nivîsîn û pûlên Danîmarkayê jî li firokxaneyê kirî û li ser zerfê xist. Hingê pasaport dîsan pa? de ji Neyo re ?and Sûrî.

Neyo, cara yekê bû, ku li temenê xwe li firokê siwar dibû. Pir kelecanî û heyacanî bû. Loma berî ku li firokê siwar be, ji bîr kiribû ku here da?rê.

Firokeya ku Neyo tê de bû, berî ku here Stockholmê, li Kopenhagê danî. Rêwiyan tev firoke guhertin û loma ji firokeyê peya bûn, ku bikevin firokeyek din.

Berî Neyo têkeve firokeya Stockholmê, gerek, her wek hevalê wî kiribû, pasaporta xwe bixista nav zerfekê û bi ?ûn de bi?anda Sûrî, daku hevalekî din jî bikariba bi heman pasaportê ji xwe re bihata Swêdê. Ji ber ku kesên xwedîtî li penaberên kurdan bikira nîn bû. Yekîtiya Milletan, li her kom û grûbên penaber ên dunyayê xwedî diderket, lê ne li komên penaber ên kurdan. Kurd gerek ew xwe bi xwe, xwedî li xwe derketana. Kesê ku xwedîtî li kurdan bikira qet nîn bû.

Neyo, li Kopenhagê peya bû, ku li nav avahiya firokxanê here dikanekê, ku ji xwe re pûlên postayê bikire. Lê Neyo tenê bi kurdî û bi tirkî dizane. Ne bi îngilîzî û ne jî bi zimanekî ewrûpî yê din ni zane.

Neyo çû ber dezgeha dikanê û pasaporta xwe ji bêrîka xwe derxist. Li ber çavê keçika dezgehdar pasaportê kir di nav zerfê de. Bi zimanê xwe devê zerfê ?il kir û girt. Her du tiliyên xwe kir devê xwe û tiliyên xwe ?il kir û li ser go?a zerfê, ew ciyê ku pûl lêdikeve, xist. Pê re jî bi kurmancî ji keçika danîmarkî re, wisa got: ’De ka pûlekê bi min de! De zû ke! Ha! Zû! Firoka min rabû çû! De! Ha! Himm!’

Keçika dezgehdar, hema yekser destê xwe dirêjî telefonê kir û li polîsî geriya. Got: ’Rêwiyekî seyr û ecêb li ber min rawestiyaye, ji bêrîka xwe pasaporta xwe derxistiye û xistiye di nav zerfekê de û bi destnî?aniyan (î?aretan) dibêje min, de ka pûl bide min!’

Neyo, mîna ku ji peyvên keçikê tê bigehê, bi lez û bez ji wir dûr ket.

Ji vir û ?ûn ve, em ê ji devê Neyoyî vê serpêhatiya wî ya helez û înteresant bibihîsin:

’’Min nerî, ku keçik dibêje ’Polîs-polîs!’ hema min berê xwe jê guhert û sero heyrano û lingo qurbano, ez ji wir bi lez û bez reviyam û çûm. Hema çend kêlî ma bûn, ku firoka min jî bi hewa keta. Korîdorên firokxaneyê, te digot qey papûra Londrayê bûn. Pir berfireh û dûr û dirêj bûn. Çend dibeziyam, dawî ne dihat. Di binê lingê min de erd jî diçû, lê ev kêrî çi ne dihat. Korîdor pir dirêj bû. Wekî ez bifirim, ez her wisa zû dibeziyam.

Carekê, min li pey xwe nerî, min dît, ku çend polîsên sîvîl, bêtêlk di destê wan de bû û reppîniya lingên wan bû, li pey min dibeziyan. Hingê, min lingê xwe siviktir kir. Tam li dawiya korîdora dirêj du ?eqam (gate) hebûn. Li dawiya ?eqama teng, li ber deriyê firokeya min, hostêseka porzer û pir spehî hebû, ku te digot qey ferî?teh e, deriyê buhu?tê vebûye û hema ew jê derketiye. Wê bi destanî?aniyan bang li min dikir û mîna, ku ji min re digot ’de zû ke malava! Ma tu li ku mayî? Em tev li bendî te ne!’ Min careke din, zûka li pey xwe nerî. Min dît, ku polîsên sîvîl jî, pir nêzîkê min hati bûn. Hema min berê xwe da deriyê firokeya vekirî û ew hostêsa porzer a wek ferî?teh û min xwe li nav deriyê firokeyê qeliband. Çawa ez ketim hundur, hostêsa ferî?tehî, hema ez li hewa hembêz kirim û bi zûka derî li pey min girt. Polîs li derve man. Hema kêliyek din jî dereng mabam, polîsan ew ê xwe bigihandana min û bi çemilê min bigirtana û ez bibirama û min bi ?ûn de vegerandana Sûriyê.

Hostês, ciyê min nî?anî min da. Gava ez çûm ciyê xwe, xelkê li nav firokeyê, tev serê xwe rakiri bûn û li min dinerîn. Tev porzer bûn. Jin mêr, zaro, porê tevan, wek pûrtê varikan zerikî bûn. Qet yekê porre? li nav wan nîn bû. Ez ew çend ne porre? bûm jî, lê dîsan jî, ez li gor wan wek zencî dihatim dîtin. Li ber tava Kurdistanê hatibûm pijîn. Tev li min dinerîn. Te digot qey li temenê xwe yekî qafre? ne dîne, wek li meymûnekî binerin, wisa bi ecêbmayinî serê xwe rakiribûn, rast li nav çavên min dinerîn.

Ez li ciyê xwe rûni?tim, ku êdî hizra min a yekemîn ew bû, ku ez ê çawa vê pasaportê bidirînim û ji ser xwe bavêjim. Min ni kari bû pasaportê ?ûn de bi?anda Sûriyê. Heger pasaportek bi min re heba, wê gavê Swêd wê min bi ?ûn de bi?anda Sûriyê yan jî Tirkiyê.

Firoke bi rê ket ne ket, î car zikê min zorê da min. Min li firokxaneya Kopenhagê, ji ber wê bêbava dikandar, çi keys ne dît, ku ez herim da?rê. Gerek min wê pûla negbetî jî peyda bikira, ku bikaribama pasaport bi ?ûn de bi?anda ji hevalê xwe re. Lê nuha divêt ez vê pasaportê biçirînim û biavêjim nav da?rê. Yan na Swêd ê min bi ?ûn de bi?îne Sûriyê yan Tirkiyê.

Pi?tî firoke bi hewa ket û deh panzdeh kêlî ?ûn de, ez ji ciyê xwe rabûm. Ez hatim ber da?rê min nerî, mîna ku tevaya rêwiyên firokeyê li tengasiyê bin, tev li ber deriyê da?rê ketine dorê. Ez jî, hema ku bi xwe de bikim, pir xirab di tengasiyê de bûm. Navbera Kopenhag û Stockholmê jî yek seet û nîv e. Ez dirêjtir ji seetekê li ber da?rê li dorê mam. Gava dor hate min û ez bi lez û bez li ser klozeta da?rê rûni?tim, pîlot jî, li heman kêliyê bang kir û got ’bila her kes li ?ûna xwe rûnin û kemerên xwe jî bijdînin.’ Min ji xwe re got ’aha nuha, ez ê ne karibim vî karê xwe bi hêsanî bikim û ne jî vê pasaportê biçirînim û bavêjim. Ev pasaport tam bû belayê serê min.’ Ez ji ser klozetê nîvçe rabûm û min pasaportê pir bi lez çirand û avêt nav klozetê. Tam wê gavê, hostês jî; tep! tep! tep! li derî xist sê caran û bi înglîzî got: ’zû derkeve ji nav da?rê û here li ciyê xwe rûne!’ Ez wisa nîvçemayî û bêçare, ji nav da?rê derketim û hatim li ciyê xwe rûni?tim. Lê zikê min jî, ji ber wê ê?a nîvçemayinê, fermaneke mazin bi serê min de dihanî. Xurxura zikê min bû, te digot qey birûska ezmana li nav zikî lêdixe, dengê xirrîniyeke bilind ji zikê min dihat.

Pi?tî heyameke kin, firoke danî erdê û li ciyê xwe rawestiya. Ez dikim bimirim ji ber wê zexta hûr û rûviyan. Çente mente çi ti?tekî min jî nîn bû û ji ber vê sivikiyê, dilê min pir xwe? bû. Min ê kêliyek berê, xwe bigihanda ber da?ra firokxaneya Stockholmê.

Gava xelk bi dorê û hêdî-hêdî ji nav firokeyê ki?iyan û ez tam hatim ber deriyê firokeyê, ku derkevim, min dît, du polîsên sivîl, her çar çavên xwe kutane ser min û wisa zîq li nav çavên min dinerin. Bi bêtêlkên destê xwe jî, min nî?anî hev didin. Tu ne bêjî qey, ew keçika dikandar a li Kopenhagê, ku min jê pûl xwasti bû, ji polîsan re salixa rengê cilê min dabû û goti bû wan, ku ’yekî qemîseke sor li ser e.’ Ji xwe ez, ji ber vî rengê qemîsa xwe, ji deh km ji dûrî ve jî, pir ba? xuya dibûm.

Min hema yekser berê xwe da ciyê, ku xelk lê dirûne û li bendî firokeyê dimîne. Min ji xwe re got, sedî sed li wan deran da?ir jî hene. Bi rastî jî çavê min yekser bi deriyê da?rekê ket. Min dîsan bi lez û bez berê xwe da deriyê da?rê. Her du polîsên swêdî jî, dan pey min. Ha, ha, ha.. bi Xwedê min berî wan xwe gihand ber deriyê da?rê û min pantolona xwe jî, zû ji ber xwe ?iqitand xwarê. Ji ber zexta li nav zikê xwe, min mîna gulleyekî topa ezmana (meteor) berda nav klozetê. Ava di nav klozetê de mîna pêlên behrê rabû jor û li bin qûna min ket û ez ji hêla binî ve tam ?il û ?epelî kirim û bi pîsiyê jî tev lewitandim. Hema ew kêlî bû, heger min xwe ne gihanda klozetê, min ê misoger bi xwe de bikira. Wê gavê tam xerabtir dihat serê min. Bi dengê wê tirrîna bilind re, polîs mîna ku xwe ji ber derî du gav pa? ve bik?înin, çend kêliyekê wisa bêdeng mabûn. Pir tirsiya bûn. Dengê zikê min, wisa bilind rabûbû, ku ev deng wek dengê topa ezmanan bû, loma tirsiya bûn. Min di wê navberê de çend derbên din jî vala kirin. Pa?ê tirsa polîsan ?ikiya û wan dîsan xwe nêzîkê ber deriyê da?rê kir û vê carê jî, bi repînî li derî xistin û pê re jî, vê ji min re gotin: ’Open! Open! Polîs! Polîs!’

De were li min pepûkê! Min jî bersiva wan wisa da û got: ’Ya, ya, siyasî siyasî – polîtîk polîtîk!’

Lê eyb e eyb! Ma ew qet li gotina min guhdarî dikin? Wan digot qey nuha ew li hundurê da?rê pasaporta xwe diçirîne. Ni zani bûn, ku ez rebenê Xwedê, ji ber zexta hûr û roviyên xwe perî?an bûme û ji ber kelecaniya ge?ta Stockholmê jî, ev çend roj bûn, ku zikê min hatibû hev û ez ne diderketim der jî.

Du sê carên din gotin: ’Open Open! Polîs Polîs!’ Min jî heman bersivê dida wan û digot: ’Ya ya, siyasî siyasî – polîtîk polîtîk!’ û min bi karê valakirina zikê xwe berdewam dikir. Pîsiya rojan ji min diki?iya.

Lê polîs nerîn, ku ez ê qet derî ne vekim. Mil dan hev û du sê gav ji derî dûr ketin û bi carekê û bi hêzeke mazin xwe li derî wer kirin. Cara duduyan, her du jî, li kêleka min, li ber klozetê, li erdê ketin. Derî jî virvirî çû li hêla din ket. Her du polîs jî, li pê? min, tam li ber lingê min ketin erdê. Xwedê ez sitirandim, ku bi ser min de ne ketin. Yan jî, ez li ser gî diçûm. Kes ne digot ’rehmet li wî be!’ Tev ew ê bigotana ’li ser gî çû!’ Ev ji min kêm bû. Xwedê mirov bisitirîne.

Ez pir hêrs bûm. Min pantolona xwe jî zû bi zû ne ki?and jorê û hema ez ji ser klozetê rabûm ser piyên xwe. Pantolona min wisa ji min nîv ?iqitandî û ji hersê, kef bi ser devê min ket û ez bi ser polîsan li erdê dirêjketî û çavê wan zîq derketî, bi kurmancî qîriyam: ’Ma ev çi ye?! Ma hûn qet fedî û ?ermê na kin?! Hûn na hêlin ku rêwîyên ku têne welatê we, bi a?tî û aramî ji xwe re li ser da?rê jî rûnin?! Ma ev çi kirin e?’ Min hîna van gotinên xwe tam ne biri bû serî, ji ni?kê ve, ji erdê rabûn ser xwe û min ji ber klozetê ki?andin wî alî û berê xwe dan nav klozetê û li nav pîsiya min nerîn! Bihneke pîs ji nav klozetê dihat. Ti?tekî li nav pîsiya min xuya ne dikir. Heyamekê lê nerîn û pa?ê jî bi zimanê swêdî ji hev re ti?tekî gotin. Berên xwe dan min dîsan û polîsekî din jî hat û cotek lepik di destê wî de hebû. Çû ber klozetê û ew jî li pîsiya min nerî û pa?ê lepik ki?and destê xwe li nav pîsiya min gerand. Min bi hêrs gote wan: De bela kin ha! G..yê min jî bela kin! Ma çi di nav de heye?

Gava ti?tekî tê de ne dîtin, pa?ê ji min re gotin ’li pey me were!’ Ez ketim pey wan û em çûn odeyekê, ku tê de maseyeke tenê li nîvê odeyê hati bû danîn. Du jî sendelye li ber masê bûn. Li ser maseyê jî aleteke wek hoparlorê hebû.

Her du polîsên din derketin der û ez û polîsekî em bi tenê man. Bi carekê, dengekî ji wê hoparlora li ser maseyê derket û yekî bi kurmancî vê pirsê ji min kir yekser:

– ’Biraakooo! Tu hatî van derna çiii?’

Ez pir hêrs bûbûm. Min pir bi hêrs jî lê vegerand û vê gote wî:

– Ez hatime gu..ê te!

Wisa min dirêj kir: ’gu..ê teeeeeee e!’ Ev wergêr bû. Pa?ê wî gotina min yekser diwergerand ji polîsê swêdî re. Polîs birûyên li ser çavên xwe du tilî rakir ber bi jor ve û wisa seyr û ecêb li min nerî û bersiva wergêr da û werger jî dîsan gote min:

– ’Birakoo tu çima hêrs dibî? Ez tercumanê te me, em nuha îfadeya te digrin..’

Min yekser zivirand û gote wî:

– Ma tu ni zanî ez hatime çi? Ma qet hizrekî we jî nîn e, ku em çima hatine vir? Em her yek ji ber cûnta fa?îst a tirkan reviyane ber bi hêlekê de, bavê min! Ma qey ez tenê hatime vir? Gerek we bigota; hevalo tu bi xêr hatî! Tu çawan î? Hevalên te kî ne? Navnî?ana wan li nik te heye yan na? Ka em te bibin mala kîjan hevalê te? Ma ez hêrs ne bim kî hêrs bibe? Vana ne hi?tin ku ez ji xwe re pênc kêliyekê jî bi sebr û aramî li nav da?ra wan jî star bibim!

Pê re jî, werger ji polîs re gotinên min diwergerand. Polîs dîsan li nav çavê min nerî û dawiyê ew jî bi?irî.’’

About The Author