BI MINASEBETA SERSALA NÛ

Wek ku pirê Kurdan zanin, sersala Kurdab sêzdehê miha yekê ye. Ezê jî bi wê misabetê îsal diyarîyekê ji bo malîya xwe bikirim.  Ji bo pêserojê li mala me bibe adet. Lê çi bikirim? Baqek gul, kirasek, destmalek, ez bi rojan fikirîm. Min nexwest ku jê re bêjim: “ Ji bo diyarîya serê salê ez çi ji te re bikirim hurmet?“

 Werhasil, serê min lê da û hat bîra min. Çi be ba? e?

Li mala me kanalek Kurdî hebû, hema her wextî me lê guhdarî dikir. Lê çi cara ku me guhdar dikir, malîya min digot: „Bi xwedê ez ji kakacanan ti?tekî fêm nakim, qet bi Kurmaci napeyivin“ û behsa TRT6 dikir. Min go bi xwedê ji vê diyarîyê ba?tir tune (ji alîyê din ve min nedixwest bibim abonê kanalê û peran bidim dolheramê Tirkan) 

Axir,  min bihîst ku mekînek derketiye, ne hewceyî abonetîyê ye, bes tu mekînê dikire û  pir kanal tê de hene. Bi ser de 15 kanalên Kurdî (TRT6 jî di nav de) jî derdixe. Ez çûm min ew mekîne kirî. Perakî pir bû lê qet xem nake . Ji alyê din ve jî serê min pir rihet bûye. Pi?tî kirîna vê mekînê malîya min bi serê min de nake pitepit bi diyarîya xwe pir kêfxwe? e.

 Berê min qompîto divekir, xanimê digot: „Wîîîî qirikê, çima tu bi seetan li qompîto dinerî mêro „ û li nav serê min dixist. Ez diçûm kar, digot: „Waweylê waweylê, tu çima diçî kar xwedênehi?to“ û dîsa li nav serê min dixist.  Ez li malê dimam, digot: „Pek pek pek, tu çima li malêyî mêro“ û pirça serê min hildikir. Werhasil, ?ev û roj nîqa? û pevçûn bû. Lê niha wek nivi?ta qereçîyan û berbejna ?êx Abdulqadirê Geylanî lê hatiye. Ger ez neyêm malê jî nabêje çima tu nehatî malê. 

 ?îreta min li we, yê ku pirsgirêka wan û malîyên wan hebe (ji bakurîyan ) TRT6  bixin mala xwe.  Ez jinên we nizanim, lê bi dîn û îman jina min bi xêra TRT6 ê bû wek melayîketa xwedê û ez jî simbêlan ba didim.

Sersala Kurmancî li we pîroz be

Danîmark

About The Author