Em bi xwe nabêjin, Amedî dibêjin nabêjin ji vî ve!

Serokê dew?îrmeyên Tirkiyê û hacûcê kurtik û mirtik Kemal Kiliçdarodlû, derket kanala NTV û ji xanim Banû Guven re çend zîtirk avêtin, bêhna tirr û fisên CHPê bi ser studyoyê xist.

Kiliçdaroglû yê ku bejna wî metro û 45 santîm e, ji bo ku nebêje „Kurd“ doxîn li xwe ?idand, wek zotika mirî?kê soro moro bû û got: “Jina min ji min berdayî be, ez siyaseta etnîkî nakim. Tew ji xwe ez perwerdeya bi zimanê zikmakî qet naxwazim, li dijî perwerdeya zimanê zikmakî me“ û da bin dûvê zimanê Kurdî û qûna artê?a Tirk alast.

Lê ya herî xwe? çi ye hûn zanin?

Hacûco got: „ Heke birayên min ên Diyarbekirî ji min bixwazin, ezê bêjim Kurd“ û Diyarbekirî xistin ?ûna parsekan. Yanî, heta Diyarbekirî ji oxlim Kiliçdaroglû lava nekin, li ber wî negerin û destê xwe li ber wî dolheramî venekin, begefendî nabêje Kurd û gotina Kurd nayne ser zimanê xwe.

Halla hallaaaaaa!

Law qey ev jî modeya 2011 an e bavo!

Law Kiliçdaroglû, oxlim, ez bi wî simbêlê te yê wek pirça qûna pisîkan kim, em Mêrdînî bi xwe li ber te nagerin û ji te re nabêjin bêje „Kurd“ qurban. Ji xwe gotina Kurd ne layiqî devê te û 101 bavê te ye jî. Te ji Diyarbekirîyan xwestiye. Em bi xwe nabêjin, lê Diyarbekirî dibêjin nabêjin ji vî ve û xelas…

Mêrdîn

About The Author