GÛZA MISKÊ

 SEMEN MYRÎSTÎCAE/ FRANGANS

Gûza miskê riwakek ji malbata gûzan e. Li welatên tiropîkal hê?în têt.

Bejna wan 10- 20 m bilind dibe û temenê wan xwe digehîne 100 salan. Belgên wê na we?in û tim kesk û rimane ne, kulîlkên wê spî û hûr in. Fêqîya wê di?ibe bihokên biçûk. Ew jî wek gûzan dema digehe qa?ilê xwe vedike û gûzek di nav de ye. Di nava gûzê de kakilek bi qasî zeytûnan û bi tevnek sor dorpêçayî heye. Aha ew tevn kakil û qa?il tên xebitandin. Gûza miskê wek fêqî nayê xwarin, lê wek biharat û derman tê bikaranîn. Ji gûza miskê parfûm, rûn û dermanên xwezayî tên çêkirin.

Bi Almanî jê re dibêjin”Muskatnuss” bi  Tirkî “Kuçuk Hîndîstan cevîzî”

Welat û dîrok: Welatê gûza miskê bakurê Endonêzya, rêze giravên Malakka ye. Li wir derbasî welatên din yên tiropîkal bûye. Dîroka wê ne kiv? e, lê bi hizarê salane wek baharatek qedirbilind bazirganîya wê tê kirin.

Di sala 1512 an de dema Portekîzî Malakka zeft dikin, tevahîya ticareta gûza miskê dikeve destê wan. Pa?ê Holandî wê deverê ji xwe re dikin kolonî û ticareta wê dikeve destê Holandîyan.  Holandîyan kesê bê destûr gûzek jêkiriba, destên wî jêdikirin. Herweha Holandîyan ji bo ticareta gûza miskê bi 100 hizaran kesên xwecihî, yan ku?tin an jî wek koleyan firotin.

Berhevkirin: Gûza miskê  jî wek hemi gûzan dema digihê tê berhevkirin, hi?kkirin, ?ikênan, kakila wê tê derxistin û li gor hewcedarîyê tê xebitandin.

Têdahîyên gûza miskê: Rûnên sabit, Rûnên firek, esans, etera aromatîk, mysîtîcîn, elemîcîn, safrol, pînen, caprenborneoel, stosterol, campesteroel, karbnhîdrat, ni?aste, tanen, protein,  kalsîyûm, fosfor, rîboflavîn, vîtamîn A û hwd.

Bikêrhatîyên gûza miskê : 1- Antîbîyotîkek zêde bikêrhatî ye. 2- Belxemê tavêje û pê?îya vere?andinan digire. 3- Sîstema givirandinê sererast dike. 4- I?tah vedike. 5- Kezebê dide xebatê, destav û gazê diqulipîne. 6- Mîkroban dikuje û dibe alîkarê kêmbûna ê?ên a?ikê (mexde).  7- Hêrsbûnîyê dadixe û bedenê bihêz dike. 8- Pê?îya kevirçêkirina sefrayê (zirav) digire, heke hebin di nava pêvajoyê de dihelîne. 9- Li hember peçivîn/werimînan gelek ba? e. 10- Bizrê mêranîyê zêde dike û ?ehwetê pir dike.

Bikêrhatîyên qa?ilê gûza miskê: 1- Ji bo xalik/fatere?k ê, nexwe?îyên rovikan, hinavçûyîn/îshal, bixwe nikarîn û xwe?ilkirna ji sermayê tê, zêde bi fayde ye.

Gotinên bisporan di derbarê gûza miskê de.

 Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje:”Di klinîkên unîversîtan de ceribandinên li ser mirovan nehatine kirin. Lê di nava xelkê de bi gelek awayan wek derman û baharat tê xebitandin. Heke rojê 10 gram /1 heb/lib zêdetir bê xebitandin, wê bibe sedemê jehrîbûnê”.

Riwakfiro?/aktar Kor Simaîl dibêje:” Ji bo rêyên hezmê bandora wê ya erênî zêdeye.

Hemi cûre girêz/?êlavên hezmê yên hindur û derva dide xebitandin.  Hezma xwarinên bi rûn, hevîrî, go?t, kelem û lobîyan û hwd hêsan dike. Ji bo kesên arê?eyên hezmê dikê?in zêde bi fayde ye. Di a?ik û rovikan de gazan diqulipîne û pê?îya xirabûna xidayan digire. Dawîya virikîbûnên demdirêj/kronîk/ tîne û ê?ên zik ji holê radike. Teralîya mêlak/kezeb/cergêre? û xetimînên sefrayê ji holê radike”.

Îbnî Sîna Dibêje: ” Gazan hiltîne, bandora wê ya qebizkirinê heye. Heke bi ?ima hingiv bê tevlihevkirin û li ser cihên hi?kbûyî bê danîn, wê nerm bike. Bêhnek xwe? dide, heke bi rûnê binev?an ve bê xebitandin, wê serê?an bibirre. Kezeb û a?ikê bihêz dike, kul û brînên di a?ikê de ba? dike, hinavçûyînê/îshalê dibirre”.

Bikaranîna gûza miskê :1-Pîvana xebitandinê 2- Çaygûza miskê 3-Tentûra gûza miskê ji bo Homeopatî.

1-      Pîvana xebitandina gûza miskê  û rûnê wê: Ji bo arê?eyên peçivîn/werimîn, depresyon,westîyan/betilîn/mandîbûn, kosentrasion, bê meferî/bêhalî/kêmhêzî, hi?kbûna reh û kezîyan tê bikaranîn.  Rojane ji bo kesên navsal û bi sihet libek, ji bo kesên nexwe? û dugîyan ¼ çarêk, ji bo zarokan serîyek gûz, sê serî ?ekir, ji bo 20 rojan parve bikin. Ji bo xwarinek go?t, masî, paste, kade, ?êranî û hwd. Wek bîbera re? kevçîyek çayê berdin nav. Çar dilopan rûn berdin ser pirtek ?ekir, parîyek nan, niv qedeh av an jî çayê. Heke pîvan zêdetir bê xebitandin, wê bibe sedemê arê?eyên gêjbûn, serê?, xîyal dîtin û jehrîbûnan.

2-     Çaya gûza miskê: Gûzekê rende bikin û berdin nav çaydankê, 2-3 qedehên ava kelandî berdin ser û 5-10 deqîqan di demê de bihêlin, pa?ê biparzinin û heta êvarî  wê çayê biqedînin.

3-     Tentûra gûza miskê ji bo Homeopatî: 50 gr gûz bikin toz û berdin nav ?û?ek tarî û 500 ml alkola %70 derece berdin ser, bi devgirtî 4-6 hefteyan di cihek ji tîrêjên tavê dûr rawestînin/bisekinîn (lê carûbaran bi?ilqînin). Pa?ê biparzinin û rojê 3-4 caran 10-15 dilopan 3 hefteyan li pey hev vexwin. Ji bo serê?, bêmeferîya hafize, jibîrbûn, westîyanên hêrsî, pirxewî, teralî, bêhi?ketin, hîsterî û hwd tê xebitandin.

About The Author